Tukano kî ne û ҫi ne?

ukano (Tucano) komeke îndîanî ye ku  welatê wan di navbera Brezîlya û Colombiyayê de hatiye perҫe û parvekirin. Li Combiyayê jorê ҫemê Papûrî  li qeraxên Amazon û ҫend  ҫemên din dijîn.  Li Brezilyayê navê herâm ku lê dijîn Rio Negro ye. Welatekî tropîkal, daristanên baranê gurr, bilind. Tukano ji deryayê 200-250  metre bilind e.

Li gorî statîstîkên sala 1995ê li Brezîlyayê 3.500 û li gor statîstîkên sala 1991ê jî li Colombiyayê 2.000 Tukano dijîn. Ji derî Brezilya û Colombiyayê tokanoyî li Ekvador û Perûyê jî hene. Piştî dagîrkirina parzemîna Amerîkayê, ewrupiyên dagîrker welatên wan di van xwe de perҫe û parve kirin. Ewrupiyên dagîrker, li ser navê hov û wahşîbûnê îndîaniyan kuştin, ew koҫber kirin.
Hîn îro jî tukanoyî debara xwe bi awayekî prîmîtîv bi nêҫîr û girtina masiyan dikin. Tukanoyî xwedî eşîr û komên cuda ne.  Herweha baweriyên her eşir û komanî jî new ek hev in. Xwediyê kevnesopiyan in. Tukanoyî di nav eşîr û koman de keҫ didin hevdu û digirin. Komeke şerûd in hem di nav xwe de û hem di nav komên din ên îndaniyan de carnan şer û pevҫûn derdixin. Tukanoyî bi azadî û serxwebûna xwe ve girêdayîne.  Herêma xwe diparêzin û xelkeke sade û siruştî ne.

Di rastî û bingehê xwe de tukano navê zimanê 25 komên îndîyaniyan e. Ev 25 ziman îro her yek bi serê bûye zimanekî serbixwe. Di nav  vê koma mezin tukano de ev koma biҫûk a tukano yî heje. Ango hem tukano hem navê zimanê van 25 koman e û hem jî navê zimanê vê koma  xweser e. Zimanê tokano zimanekî ergatîvî ye. Bi zimanê xwe (tukanoyî) dipeyivin lê pênc zaravayên wan ên mezin hene ku hema hema herkes  van zaravayan hîn dibe û weha ji hevdu fêm dikin. Di ҫand û felsefeya tukanan de  ji aliyê form û desayin de  du beş hene yek jê abstrakt û ya din jî konkret e. şekil û fîgurên geometrîk li gor xwe îfade dikin. Yên abstrakt sêgoşe, ҫargoşe, paralel, gilover … Yên konkret jî figurên masî, beq, ҫûk, gumgumok, baҫermik û yên din ku di siruştê de hene û herr oj bi wan re dijîn.

Amed Tigris

e weje.net

Derbar ziman

Check Also

Ali Hariri (Kürtçe: Elî Herîrî; 1009 – 1080 )

Klasik Kürt edebiyatı şairi. İlk İslam Dönemi Kürt şairi sayılmaktadır.[1] Hakkari doğumlu olan Hariri’den itibaren …

Leave a Reply