(Ev metn û helbesta piçûk, lê belê pir giring û manîdar; qêrîna hişyarbûnê û manîfestoya xîretê ye ku di sala 1919an de ji aliyê birazî û şagirtê Bediüzzaman Seîdê Nursî, Abdurrahman Nursî ve hatiye nivîsandin. Ev berhem, hawara canekî ciwane ku di nava wê feleka reş û xirab a piştî Şerê Cîhanê yê Yekem de hatiye nivîsandin. Armanca wî ewe ku bi coş û şewqa xîretê pêşî li hîleyên dijmin bigre, îttîhad û biratiya navxweyî ava bike û mîlletê xwe ji xewa gafletê hişyar bike. Ev bang, ne tenê şîretek e; pêşbîniyek û basîreteke pir mezin e ku pênûsa xortekî 17 salî pê bang dike: “Heke em îro di vê xewê de gafil bibin, şiyarbûna me dê 90 salên dî bikişîne.” Xwedê me bike ji wan kesên ku icabet û bersiva vé bangewaziyê didin.)
Di vê herba umûmî da, ji herkesî xudan-zerertir em in. Em perîşan, sergerdan bûn. Mal (û) mulkêt me ji destê me çû. Digel wê qasê kes li me nabite xwoyî û merhemeta kesî bi me naêt. Madem ku we ye divê em bi xwe li xwe bibine xwoyî û di nav xwo da jî îttîhad bikin. Qe nebit ji emsalê xwo paş ve nemînin. Me’lûmê we ye îro herkes ji bo milletê xwo dixebite. Lazim e em ji xelqê zehftir bixebitin, xîret bikin, da wekû çarek (û) riyekê ji bo xwe bibînin. Divê em her yek xwe ji ya dî mezintir nezanin û em hemî Kurd lazim e bihev re merbût bin ku tu kes û tu hîle me ji hev nekit. Hingav dê serfirazî bibûrînin û meqsûda me jî bihewlillah dê hasil bit.
Ey bira îro’j mera lazim ku em xîret bikin
Nav xo da çendek miran, pîsan ji nav xo dûr bikin
Firset e îro ji bo me lazim e meyûs nebin
Lewre ye’s duşmanê xedar e bi hîlê wer nebin
Şîrê xîret bend bikin her çar teref baxê gulan
Darê ku nîne di nav kund jî di şûna bulbulan
Hûn hişar bin ey bira meydane xalî kes niye
Hûn nekin sistahî lewra ger şecaet me heye
Em mehû bûn em zelîl bûn em perîşan hali bûn
Em li xwo nebne xweyî dê daîma d’ vî halî bin
Îde ye îro ji bo me ger terîqê em bizanin
Lazim e em îttîhad kin muttefîq bin ser zemîn
Da wekû d’ vê firsetê da îstîfadek em bikin
Milletê xo yan jî millîyetê em hişyar bikin
Hûn bikin mêze li xelqê xelq çi awayî dikin
Hem ji bo millet ji bo dînê xwo ew xidmet dikin
Meznekî j’ bo xwo bizanin em hemî pey ve biçin
Şaş nekin da ku riya xwo em di newmê da neçin
Hûn dizanin vê hewa newmê da em xafil bibin
Piştî nehwêd salê dî paşê dibe hişyar dibin
Abdurrahman Nûrsî
risaleportal.com
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…