Carek ji cara, mamê Xidir li kerê xwe siwar bû çû dara, lê bû wextê êvara. Mamê Xidir bala xwe dayê Gurekî ji wê de hat, çû lêxist Kerê wî xwar! Mamê Xidir je re got; “Ey heywanê hovê har, qe li beriya jêrîn tunebûn berx û kar, tu hat …
Read More »Pirsname – Nezir Gümüş
20 Pirs – 20 Bersiv Pirs 1. Peyva ku herî jê hez dikî? Nezir Gümüş: Jiyan Pirs 2. Van rojan kîjan stranê guhdarî dikî? Nezir Gümüş: Li qamîşlo Pirs 3. Ji bo te nirxa herî pîroz çî ye? Nezir Gümüş: Îman Pirs 4. Tu ji bo çi dijî? Nezir Gümüş: …
Read More »Mamik- Tiştonek (7)
Tiştek heye: Ne darî, ne cobarî, hesinê hesavdarî. Ew çi ye?(61) Tiştek heye: Ga dadikim, duv jêdikim. Ew çi ye?(62) Tiştek heye: Şev bûk e, roj pepuk e. Ew çi ye?(63) Tiştek heye: Merrê mirî, erd kûr kirî. Ew çi ye?(64) Tiştek heye: Av e, ne av e, nanê mirî …
Read More »Germahiya Xwuşka Min
Rojekî dayka min ne li mal bû. Rojekî dayka min û bavê min cîhekî de çûbûn,ez jî wê demê teze helege bûm ez peyî çûyîna dê hinekî giriyam. Xwûşka min a mezin em komî dora xwe kirin,hembêza xwe mina konekî li ser me vegirt,çawa mîna mirîşkeke li ser kurkê rûnê …
Read More »Gotinên Pîrevotê
Pîra Helê, nişkava ji nav ciyê xwe derket û deriyê xwe vekir derket derva. Her sibeh zû radibû lê belê iro ji di xew da mabû. Bi tirs û hirs çû nav ajelê xwe . Ji xwe du ajelê wê hebû yek hespek yek jî mangeyek bu. Mange biraye wê dabû …
Read More »Şervanê Azadîyê Nelson Mandela
Parzemîn a Bextreş û Şervanê Azadîyê Nelson Rolihlahla Mandela “Xeyalên civatek e azad ku hemû mîrovahî wek hev û bi hev re dijîn qet aqlêmin dernayê, bo vê dozê jîyana xwe didomînim û bo wê mirinê re amade me” (Nelson Mandela) Ma tenê mîrovayî xwedîyê rewşên xerabin? Rewş û weziyetên wek …
Read More »Çîroka Elmeşko
Çi hebû çi tunebû… Rojekê li derekê bavek û sê lawen xwe hebun e. Bav, ji bo ku zarokên xwe xwarinê bibîne çûye nêçîr. Çûye, lê bi xwe bûye nêçîrê dêw. Her sê lawên wî pir xemgîn bûne. Dikin ku heyfa bavê xwe hilinîn. Pêşiyê birayê mezin derdikeve berê xwe …
Read More »Bîranîn û Hêvıyên Wenda (Çîrok)
Ev kurteçîroka derheqê destpêkirina belengaziya keçikekî ye. Çimkî yekî/a ku bîranîn û hêvîyên xwe wenda bike, ewa belengaz û reben e. Keçika qemer, lêvsor û çavbelek piştî şeveke tarî, xeweke giran û dirêj bi xewneke pir ecêv û baldar radibe. Lihêfê li ser xwe diavêje, şibakê vedike. Weke her şeveqan …
Read More »Çîroka Kurtanker
Hemû ker li qada gund dicivin û dest bi lotikavêtin û leyîstekê dikin. Kerekî nexweş û extiyar li ber dîwar ketibû nav fikrên kûr . Yên din tên cem wî û jê re dibêjin : – Em bawer in haya te jê tune ye ku kurtankerê me miriye ! – …
Read More »Jîyan û Felsefa Mahatma Gandî
Mahtma Gandî( Mohandas Karamçand Gandî) 2 Çirîya Pêşîn 1869 li Porbandar, Hîndûstanê hatiye dinê. Bavê wî, Karamçand, serokvezîrê Porbandarê bû. Dîya Gandhî , jina bavî wî ya çaremîn û jineke Hîndû û oldar bû. Li Hindistan her feqîr û dewlemendek xwediyê polekê( sinif) ne, Gandhî ji hatina xwe ve bû …
Read More »
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…