Mamik- Tiştonek (4)

Tiştek heye: Goma bavê min tije pez e,
şefeqê radibim hebek tune ye.
Ew çi ye?(31)

Tiştek heye: Min go: were serê te bişum
go: por tune ye.
Min go: were rûne,
go: qun tune ye.
Ew çi ye?(32)

Tiştek heye: Zaf hindik e,
temamê xwarinê xweş dike.
Ew çi ye?(33)

Tiştek heye: Li vir dişînim,
li Bexdayê hiltînim.
Ew çi ye?(34)

Tiştek heye: Marrê mirî,
erd kûr kirî.
Ew çi ye?(35)

Tiştek heye: Hebek dendik e,
bavê min tov dike,
mala xwe pê nû dike.
Ew çi ye?(36)

Tiştek heye: Kulav û depik e,
çilo dixwe ne karik e.
Ew çi ye?(37)

Tiştek heye: Çûm serê bankî,
dinêrim bostankî,
hemu bûkên salkî.
Ew çi ye?(38)

Tiştek heye: Şil dikim,
rep dikim,
têda dikim.
Ew çi ye?(39)

Tiştek heye: Keçika Qazî,
serê banan dibezî,
dike hawar û gazî.
Ew çi ye?(40)

Bersiv:

31- Stêrk
32- Hêk
33- Xwê
34- Name
35- Dilop
36- Tovê pembu
37- Kusî
38- Pîvok-çîgdem
39- Derzî û ta
40- Banger-loq

Seîd Veroj – kovarabir.com

Etîket: mamik, tiştonek, Wêje, Zarok

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Şervanê Azadîyê Nelson Mandela

Edebiyata Berxwedanê Çi ye?

Dîwanên Cegerxwînî Hatin Dîjîtalîzekirin

Kurteya Romana ”Hinara Dawî ya Dinyayê” ya Bextîyar Elî

Roman çima tên nivîsandin?

Çand Name

Edîtorê malperê – 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Hemû nivîskar →

Şîroveyekê bihêle