Şemî , 31 Tîrmeh 2021

Helbesta Şeytanok

ger rojekê li cihekî şil

an di nav kevzê de

bi çavên mendehoşiyê

we ez dîtim

dîmê xwe li min bamedin

û murûzê xwe di min de tirş mekin

ji ber ku hebûna her yekî ji we

bi çilpikeke mîna min

filîstokî

gemirî

dest bi jiyanê kir.

__________________

Şeytanok: sedef

 

Majêd a Mihemed

www.candname.com

About Çand Name

Check Also

Fêrîkê Ûsiv: Bavê Helbestvanîya Me

Di nav her miletekî da gelek helbestvan, nivîskar, hunermend hebûne û hene, lê bi sal …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.