mirin, di hemû zimana de yek wate ye: êş
rengê hemû mirinan wek hev e: reş
QÎRÎNA MIRINÊ
dem dema agir û pet
ji pozê dîrokê barût difûrî
xwîn diherikî ser kezeba rojê
zeman, di dilê xemê de rawestiyabû
pênûs û nivîskar kor
dinya ker û lal
erd û ezman bêdeng
nebat bêdeng
ajal bêdeng
însan bêdeng
tenê dengê mirinê dihat
tenê qîrîna mirinê
ji kolanê Halebce
tenê qîrîna mirinê dihat
tenê qîrîna mirinê
ji Halebce
Qudbedîn Kerboranî
21.12.2013
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…