Xwe biavêje çemê jiyanê!

Norman Vincent Peale (1898 – 1993)

Çawa bixwazî, dê wisa bî – qenc yan xirab, xurt yan lawaz, biserketî yan têkçûyî – lewma herdem ya baştir bibijêre.

* * *

Tu nizanî dikarî çi tiştên mezin bikî ta tê nekoşî – ji dil tê nekoşî.

* * *

Xwe bispêre wê baweriyê ku çi bi serê te bêt jî, tu dikarî pirsgirêkê çareser bikî.

* * *

Mirov hingê dibin watedar dema difikirin ku dikarin tiştan bikin. Dema ji xwe bawer bikî, te kilîdê raza yekem ya serkeftinê peyda kiriye.

* * *

Eger te baweriya biserketinê ji dest dabe, lîsteyek ne ji rastiyên neyînî lê yên erênî çêke. Hêza te ya hindirrîn dê dîsan rabe û te ji têkçûnê hilgire biserketinê.

* * *

Eger bixwazî tişt biguherin, belkî divê tu bi xwe biguherî.

* * *

Yek ji mezintirîn bîskên peresîn û pêşketina mirov ew e dema êdî hew xwe li xwe vedişêre û biryarê dide ku êdî xwe wek xwe bi xwe binase.

* * *

Şiyan û hinêrên xwe rastgoyane binirxîne û paşî ji sedî dehî hilde jor.

* * *

Çavdêrî xeyal û baweriyên xwe be çiku wek xeyal û baweriyên me li me têt. Lew xwe piştrast bibîne.

* * *

Dema bi rêya jiyanê ve dimeşî, xwe bi hesaba jihevkêmkirinê mijûl neke lê hinêr û şiyan û derfet û delîvên xwe bide ser hev… Û tu dê bibînî ku tu kaniya biserketinê yî.

* * *

Dema fêrî azadkirina gencîneya hêz û şiyanên xwe bibî, tu dê hind ramanên binirx yên afirîner jê peyda bikî ku êdî qet pê nevê tu di kêmûkasiyan de bijî.

* * *

Bi texlîdkirina ezatiya xwe ya îdeal, tu dê zû û ne dereng bibî ew.

* * *

Peyv û ramanên te teşe û dirûv didin te… Lew ji bîr neke ku bila peyv û ramanên te ne tengasî û bextreşiyê lê dewlemendî û bextiyariyê bidin pêş.

* * *

Tu çi bixwazî, dikarî bînî bîra xwe lê ji bîr neke ku tenê dikarî wan tecrûbeyan bînî bîra xwe yên te hene. Lew bîra xwe bi tecrûbeyên dilhebîn dagire û bi zanebûnî û sîstematîkî xwe danoqîne wê bîrê.

* * *

Ramanên xwe bi tecrûbe, peyv û pûnijên bênveder têr bike daku te kaniyek tecrûbeyên bênveder hebe û bikarî hêz û şiyana jiyanê û giyanê jê vexwî.

* * *

Hêza bînahiya xwe biperesîne û pêş bixe. Xwe binase. Xwe yê resen yê di kûratiya xwe de bibîne.

* * *

Bizane ku tu ecêb î. Û bawer bike ku tu bi xwe jî dikarî tiştên ecêb bikî – bi fikirkirinê, duakirinê, bawerkirinê, xebatkirinê û alîkarîkirina xelkê.

* * *

Dema ez û tu sava bûn, Yezdan enerjî di me de afirand. Wî hêza jiyanê di me de çand, û baweriya mukum dikare wê hêza jiyanê bisitirîne.

* * *

Nehêle ti asteng çokên te bişkînin û te bêhêvî bihêlin. Bila li bîra te be ku te hinêr û şiyanên giyanî hene ku dikarî pê di ser astengên negengaz dixwiyin re jî derbas bibî.

* * *

Te çend bawerî û vîn hebe, dikarî hind bigî encaman.

* * *

Tiştên mezin hêvî bike û biwêre bo wan bixebite. Bila xeyalên te mezin bin û biwêre wan bike rastî. Bendewarî tiştên mezin be û baweriya xwe bi bicîhatina wan bîne.

* * *

Xwe biavêje çemê jiyanê. Her tiştê xwe bide jiyanê, jiyan jî dê her tiştî bide te.

* * *

Van bîst û çar saetên bên bi zanetî û ji dil bi xweşbînî behsa her tiştî bike: behsa karê xwe, zarokên xwe, tenduristiya xwe û ayindeya xwe.

* * *

Di dilê xwe de bifikire çawan Yezdan şîretan li te dike, û çawan tu şîreta pêdivî ji xwe re dibînî. Eger îro pêwîstiya te bi wê şîretê hebe, tu dikarî wê bibînî. Eger hefteya bêt tu hewcedarî wê bî, hingê ew dê li ber te be. Herdem ne gerek e bi gotinan lava û duayan bikî. Bîskekê li Yezdan bipûnije. Bifikire ku Ew çend qenc e, çend dilovan e, û ku Ew li gel te dimeşe û rêberiya te dike û te diselihîne.

* * *

Jiyanek çawa bixwazî, dikarî wisa bijî, ger ji Xwedê û xwe bawer bikî.

* * *

Bi lava û duayan dest bi her rojê û her karî bike. Wisa dê îdeayên herî baş peyda bikî.

* * *

Biceribîne rojekê bê ti ramanek reşbîn bijî. Dibe pêşî ew dijwar be lê rojek din jî biceribîne û yek din jî – ta bibe edet – wisan tu dê bibî saxlemtir, geştir û jîndartir.

* * *

Tiştên ecêb ne tenê xewn û xeyal in. Pirrî caran tiştên sade, rojane û bênexş jî ecêb in.

* * *

Xwe nebîne pîr û her-pîr-ber. Xort bijî niha – û herdem.

* * *

Her roj bîne bîra xwe ku te hêz û viyan heye, û bi xwe bide bawerkirin ku tu dikarî jiyana xwe pirr xweş bikî.

 

Çavkani: Bijartin û wergerandin ji inglîzî: Husein Muhammed

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply