Hûnermendê Kurd Ciwan Haco

Ciwan Haco di sala 1953an de li Sûriyeyê li bajerê Qamişloyê hatiye dinyayê. Di dema Serhildana Şêx Seîd de kalkê wî Haco Axa piştgirîya dewletê bû lê dîsa jî dewleta Tirk malbata wan koçî Sûriye kiriye.

Dewleta Sûriye xak dide eşîreta wana û ewana jî tên li vir dijîn .Lê belê Kurdbûna wan dibe belayê serê wan .Xaka wan ji destê wan de tên stendin û malbata wan dîsa tên koçkirinê. Malbat piştî wê koçê belav dibe û her yekî wê diçe cihekî din. Di nav malbat de nivîskar,wênesaz,hunermend,helbestvan û akademisyen derdikeve .Ciwan Haco jî ji nav wê malbatê de derdikeve.

Piştî xwendina xwe ya dibistana hazirî de çû Elmanyayê û li wir kete Zanîngeha Bochumê. Ciwan Haco li Bochumê sê salan perwerdahiya muzîk stend. Piştre, bi şiklekê pîşekarane dest bi derxistina kasêt û sêdêyan kir.
Li Tirkiyeyê, Sî û Sê Gule, Dûrî, Bilûra Min, Gula Sor, Destana

Egîdekî û Leyla derxistin. Pêşmerge, Serhildan,Diyarbekir, Girtiyên Azadiyê jî li Ewropayê derxistin.

Ciwan Haco Muzîka otantîk a kurdî bi formên folk-rock ji nû ve serrast kirîye. Hunermend bi vî awayî stranên kurdî bi dinê dinasînit û stranên kevneşopî di nav gelek baskên muzîkê de bi cih kiriye.
Destana Egîdekî, destane-şiîra romanivîsê kurd ê bi navûdeng ya Mehmed Uzun e. Nivîskar di wê destanê de behsa çîroka pênç ciwanên Kurd kiriye. Ciwan Haco jî ew destana Mehmed Uzun bi aranjeyeka nûjen û bi formên etno-caz strandiye.
      

Ciwan Haco di sala 2003an de hate Batmanê û konserekê gelek mezin li vir çêkiriye. Bi qasî 1.5 milyon kes hatiye wê konserê. Ew konser li dinyayê de konsera mezin a heftemîn e. Ciwan Haco aniha li Swedî dijî.
     

Albûm

  • Emîna Emîna(1970)
  • Pêşmerge (1979)
  • Diyarbekir(1981)
  • Gula Sor(1983)
  • Leyla(1985)
  • Girtiyên Azadiyê(1987)
  • Çaw Bella(1989)
  • Sî û Sê Gule(1991)
  • Dûrî(1994)
  • Bilûra Min(1997)
  • Destana Egîdekî (1998)
  • Derya (2003)
  • Konsêra Batmanê(2003) (VCD û DVD)
  • Off(2006)
  • Na Na (2004)
  • Veger(2012)

Benazir Özmen

www.candname.com

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply