Stadyuma herî mezin a Kurdistanê

Di merasîmekê de bi awayekî fermî yarîgeha werzişî ya bajarokê Zaxoyê hat vekirin. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî duh bi fermî mezintirîn yarîgeha werzişî li ser asta Iraq û Başûrê Kurdistanê li bajarokê Zaxo ya parêzgeha Dihokê vekir.

Yarîgeha werzişî ya bajarokê Zaxoyê di merasîmekê de bi awayekî fermî hat vekirin. Bi wê armancê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Zaxoyê kir û di merasîma vekirina wê yarîzgeha mezin a werzişî de amade bû.

Piştî vekirina fermî ya yarîgehê, biryar e lîstikek dostane di navbera herdu tîmên fotbolê yên Iraqê û Zaxoyê bê encamdan.

Hat ragihandin ku di merasîma vekirina yarîgehê de mezintirîn Ala Kurdistanê hat bilindkirin. Dirêjaya vê alê 7 hezar metr e.

Çend agahî derbarê yarîgeha mezin a bajarê Zaxoyê:

Mezintirîn yarîgeh li ser asta Herêma Kurdistanê û Iraqê ye.

Odeya taybet bi guhertina cilûbergên lîstikvanan tê de heye.

Çîmenê yarîgehê ji curê Swêdî ye û di çend yarîgehên navdewletî de jî heman çîmen bikar hatiye.

Odeya taybet bi pizîşk û navbijîvan tê de heye.

20 milyon dolar ji bo çêkirina wê hatiye xerckirin.

Cihê 20 hezar temaşevanan têde heye.

12 dergehên wê hene.

Derbar Çand Name

Check Also

Pirtûka Gotinên Pêşiyan hat çapkirin

Li bajarê Wanê ji Weşanxaneya Sitavê pirtûkekî 4 cildî li ser gotinên pêşiyan û bav …

Leave a Reply