Mezintirîn perestgeha Kurdên Êzidî tê avakirin

Dora 35 hezar Kurdên Êzidî li Ermenstanê dijîn û her çend e hin wan berve welatên din koçber dikin, lê yek ji gewretirîn kemîneyên wî welatî ne. Mezintirîn peretgeha Kurdên Êzidî li gundekî biçûk yê Ermenstanê tê avakirin.

Perestgeha “Quba Mêrê Dîwane” bi bilindbûna 25 .m ji aliyê dewlemendekî Êzdî ve tê avakirin, û ji 7 gumbedên biçûk û gumbedeke mezin di nava wê de jî holeke 200 .m bo daniştinê pêk tê. Biryar e bi sala bê re temam bibe.

Gundê Aknalîç, ku mezintirîn perestgeha Êzidiyan lê tê avakirin, 35 k.m dûrî bajarê Yîrîvanê paytexta Ermenstanê ye.

Perestgeha Laleş li Herêma Kurdistanê, bi perestgeha sereke yê Êzidiyên li seranserî cihanê tê hejmartin û her Êzidiyek hewl dide di dirêjehiya temenê xwe çarekê serdana wê bike.

Lusî Usoyan çalakvaneyeke Êzidî ye ji Washingtonê de ji K24ê re ragihand ku, perestgeha Êzidiyan li Ermenstanê derfeta kar li Ermenistan û Georgistanê dabîn dike, ku nebûna derfetên kar ji mezintirîn pirsgirêkên Êzidiyan e.

Çavkanî: kurdistan24.net

Derbar Çand Name

Check Also

Rola înternetê di warê ziman de

Bi hinceta çalakiyên 10 saliya diyarnameyê li Îzmîrê bi piştgiriya malpera diyarname.com û Weşanxaneya Nayê panel û kokteyla "Rola Înternetê Di Warê Ziman De" bi revebiriya Berfo Barî û Bi axaftina Cîhan Roj û Dawûd Rêbiwar wê bê li dar xistin.

Leave a Reply