Li welatên Ewropa, Dalkurd li Swêdê û Kurdspor li Hollandeyê nûnertiya futbola Kurdan dikin.
Kurdspor di lîga sêyem a Hollandeyê de tekoşîna xwe didomîne.
Lîstikvanê Kurdsporê yê 22 salî Kahraman Demirtapa transeferî tîma Rodayê bû ku di lîqa yekemîn a Hollandayê de ye.
Kahraman Demirtapa yê ji bajarê Mêrdînê ji Rûdawê re diyar kir ku malbata wî her tim piştevaniya wî kiriye, lê bi tenê carnan seqetî ji bo wî dibe astengî.
Lîstkvanê Kurd derbarê tîma xwe ya berê Kurdsporê de wiha got:
“Tîma Kurdspor sala 2010an hat avakirin. Kurdspor ciwanên Kurdên li Ewropayê li ba xwe kom dike û deriyê tîmên mezin ji bo wan vedike.”
Demirtapa destnîşan kir ku spora Kurdî dikare bi piştgiriya dezgehên fermî pêşbikeve û wiha domand: “Heger mirov ji karê xwe hez bike û birijd bixebitê dê bigihêje armanca xwe.”
Çavkanî= rudaw.net