Sînemakarên kurd: Partî û tevgerên kurdî giringî nadin sînemayê

Sînemakarên Rojhilatê Kurdistanê ji partî û sermayedarên kurd daxwaz dikin ku piştevaniya wan bikin daku bikarin bi zimanê sînemayê, bersiva fîlmên Îranê yên li dijî tevgerên kurd û partiyên Rojhilatê Kurdistanê bidin.

 

Ew dibêjin, Îran budceyeke zêde ji bo berhemanîna wan fîlman terxan dike lê kurdên rojhilat ti girîngiyê nadin bersivdayîna wan fîlman.

 

Saziya Radyo û Televîzyonên îranê û Supaya Pasdaran, çendîn fîlm li dijî tevgera kurd li Rojhilatê Kurdistanê û partiyên kurd çêkirine û belav kirine.

 

Di wan fîlman de îran bangeşeya wê yekê dike ku partiyên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê welatên din ve li dijî Îranê têne bikaranîn û wan partiyan jî weke sedema paşveşmayîna Kurdistanê dide nîşandan.

 

Li Îranê her sal li dijî tevgerên kurdî çendîn kurte fîlm, dokûmentarî, drama û fîlmên sînemayî tên çêkirin. Tev jî tevgerên kurdî weke terorîst û ne rewa didin nasandin.

 

Fîlmeke nû hatiye amadekirin, ku biryare di Televizyona Kirmaşanê de derdikeve, li baregahên beriya şoreşa Îranê, yên Hizba Demokrata Kurdistanê (HDK) hatiye kişandin. Di fîlmê de tê dîtin, ku li ser dîwarên baregaha HDKê wêneyên Saddam Husên hene, ku di rastiyê de ti caran HDKê wêneyên Saddam li dîwarên xwe nedaye.

 

Sînemakarên kurd dibêjin, partî û tevgerên kurdî qet giringiyê nadine karê sînemayê daku piştgiriyê bidin wan û ew jî bi zimanê sînemayê bersiv bidin berhemên Îranê.

 

Îran, ji ber bandora ser civakê, her sal bûdceyeke mezin ji bo van film û dokûmenteran xerc dike.

Rûdaw

Derbar ziman

Check Also

ÇAND MA li benda pirtûkan e

Çand Ma parçeyeke nû ya xebata Ma Musicê ye û ciheke nû vekiriye. Çand MA’yê …

Leave a Reply