Şikestina Hestî

                                                              Fîgur 1. Astên Organîzmayê [1]

 

Şikestina hestî û encama wî çi ne?

Şikestina hestî, li seranserê cîhanê yek ji birîndarên belav e. Ew bi seqetiya kesanê û windakirina hilberîna civakî re têkildar dibe ku ji ber vê sedemê lêçûnên dermankirinê pir zêde ji mîlyar dolaran derbas dibe [2]. Implantên skeletê yên xweş-sêwirandî1 di endazyariya tevna2 hestî de alternatîfeke baş in û têne zanîn ku dermanek bi bandor peyda dikin [3].

 

Karên hestî çi ne?

Tevna hestî di organîzmayên mazmazkî3 de yek ji celebên tevn ên herî bingehîn e. Ew pergala3 skeletal pêk tîne a ku organên cûda diparêze, piştgirî dike û dihêle ku laş ji cîhekî veguheze li cîhekî din. Ew, hem şaneyên (hucreyên) xwîn ên sor û spî hilberîne ew ku di sîstema gera xwînê de û sîstema parastîyê de rola girîng dilîzin, hem jî mîneralan tomar dikin.

 

Morfolojiyê wî çawa ye?

Hestî xwedana strukturên tevlihev e û li gorî şeklê, mezinahî û geometriyê diguhere. Ew dikare ji ber cûdahiyên xwe yên strukturîkî di nav hestên dirêj, kin, pehn, bêrêz, û bimovik (sesamoid) de bêne polên kirin. Di hundirê hestiyên dirêj ên tîpîk de du beşên cuda hene ku jê re dibêjin hestiyên kortîkal (kompakt) û trabekular (spongy). Hestiyê kortîkal qatên parastina derveyî yên hişk pêk tîne û li laşê mirov ji %80ê girseya skeletal berpirsiyar e. Ew ji ber hişkiya wî ya mezin parçeyek hilgirê ye. Porosîtiya wî ji hestiyê trabekular kêmtir e ji ber vê yekê qada wî ya erdê jî kêm dibe. Ji alîyek dî, hestiyê trabekular li herdu stûnên hestî yên dirêj tê dîtin û ji %20ê girseya skeleton berpirsiyar e. Morfolojîya wî wekî şan (qalibê hingivî) e. Ji ber porositiya û qada wî ya erdê ku zêde, modulusa elastik a wî ji hestiyê kortîkal kêmtir e. Ew ji bo çalakiyên metabolîzmayî medyayek munasîb peyda dikin. Jibilî vî, hestiyê trabekular tê de hucreyên xwîn ên sor û spî, û trombositan vedigire.

 

Fîgur 2. Morfolojiya Hestî [4]

 

 

Fîgur 2. Morfolojiya Hestî [4]

 

Têdekê wî çi ye?

Hestî dikare wekî materyalek berhevok a xwezayî (tabîî) were hesibandin ji ber ku ew ji molekulên organîk wekî lîfên kollajenê û inorganîk wekî mineralan, av, xwê pêk tê. Hîdroksîyapatît ku bi piranî ji hêmanên kalsiyûm û fosfatê bi formula kîmyewî Ca10(PO4)6(OH)2 pêk tê, berpirsiyariya berhevoka mineral a hestî ye.

 

Ew çawa qenc dibe?

Berî her tiştê dive em ji hin termên re binerin û ji wan fehm bikin. Di pêvajoya başbûna wî de 3 heb hucreyên giring hene. Ew li jer tên dan:

 

  1. Şaneyên osteoblast hestî ava dikin.
    2. Şaneyên osteoklast hestî hilweşînin.
    3. Şaneyên kondroblast tevna fîbrokartîlaj û fîbroblastên ku lîfên kollajenê hilberînin çêbikin.

 

Hemî van şaneyan di pêvajoya başbûnê de rolên girîng dilîzin. Dema ku hestî bişkîne, porgên xwînê diherikin bûyergehê, loma, ya yekem tiştê ku dê biqewime xwînrijandin e ya ku dê bibe sedema pêkanîna gilêya xwînê ye. Ji vê pêvajoya yekemînê re dibejin hemotama an jî faza înflamasyonê.  Di hematoma de qada tevnê zêde dibe. Piştre, fagosîtên werin cîh hadîseyê û ji alîyê jêbirina şaneyên mirî û mîkrobên ve alîkariya paqijkirina herêmê bikin. Gava ku gilêya xwînê kêm dibe, osteoklastan xuya dikin û perçeyên hestî yên mirî derxistin. Tevna fîbrokartîlaj ji hêla şaneyên kondroblast ve hate çêkirin ya ku cîhên dawî yên şikestî ya wî digire hev. Herwiha osteoblast û fîbroblast di vê demê de jî dest bi xebata xwe dikin. Ev tevna fîbrokartîlaj a ku hate çêkirin dikare bi kallusa nermî (soft callus) tê gotin. Vê kallusa nermî paşî bi hişkbûnê dibe kallusa hişk (hard callus/bony callus). Ev berpirsiyarê avakirina tevna hestiyê zêde ye. Lewma, şaneyên osteoklast jî van hin tevnên ekstrayê cardin dimeje. Dema ku ev pêvajo qediya, bi piranî ne 100% bêkêmasî ye. Dibe ku giloverika sivik li cihê şikestîyê bimîne. Lê paşî wî tê derman kirin û hestî dibe tenduristî. Hin tiştên dikarin bi başbûna hestiyê bandor bikin. Mînakî: peydakirina xwînê hejar, tenduristiya belengaz û enfeksiyon dikarin pêvajoyê pir hêdî dikin, zayend (mêr an jin), temen, ji ber ku hestiyên waxta piçûktira mirovên zûtir baş dibin, û tîpa şikestinê jî faktorên din in ku di pêvajoya başbûnê de ne.

 

Mirov çawa hestîyên xwe bi tenduristî bigre?

Tiştek ku hûn dikarin bikin ev e ku hûn di dema başbûnê de bi xwarinên gelek dewlemendê wekî fêkî û bizmaran bikin alîkariya laşê xwe. Pêvajoya dermankirinê gelek enerjiyê hewce dike, ji ber vê yekê zêdekirina vexwarinê dê bibe alîkar. Fêkî û sebzeyên bi vîtamîn, mîneral û antîoksîdan tîje ne ku di dema başbûnê de dê bibe alîkariya we û tendurîstiya we.

 

Fîgure 3. Pêvajoya başbûnê hestî [5].

 

 

Serhat AYDIN

Nîşe:

Şane (an jî hucre ji Tirkî), cell (eng)

Tevn (koma şaneyên pispor, taybet û hilberên wan): Tissue (eng), Doku (tr)

Mazmazk (hestîyê piştê): Vertebrate (eng), Omurga (tr)

 

Çavkanî

[1]      Neşad Kara, Pirtûka Zanyarî ya Navîn

[2]      P. Pivonka and C. R. Dunstan, “Role of mathematical modeling in bone fracture healing.,” Bonekey Rep., vol. 1, 2012.

[3]      M. S. Aydın, “Fabrication and characterization of PCL-nHA composite scaffolds by using non-solvent induced phase separation technique in bone tissue engineering.” 2019.

[4]      https://www.doitpoms.ac.uk/tlplib/bones/bone_mechanical.php — Dissemination of IT for the Promotion of Materials Science (DoITPoMS), University of Cambridge.\

[5]      M. S. Ghiasi, J. Chen, A. Vaziri, E. K. Rodriguez, and A. Nazarian, “Bone fracture healing in mechanobiological modeling: A review of principles and methods,” Bone Reports, vol. 6, pp. 87–100, 2017.

 

 

 

Derbar ziman

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply