Sebebên ku însan sewqî riyayê dikin

Sebebê Pêşîn: Zeîfiya îmanê ye. Kesê ku li Xwedê nafikire, ji sebeban re perestişê dike û bi durûtiyê dike ku xwe bi xelkê bide ecibandin. Heçî şagirtên Rîsaleyên Nûr in, bi dersa îmana tehqîqî û bi hêza ku ji Rîsaleyên Nûr standine, tu qîmetê nadin sebeban û evdîtiya ji xelkê re. Loma jî di evdîtiya xwe de ji xelkê re riyakariyê nakin.

Sebebê Duduyan: Ji ber ku însan nekar û zeîf e, çavbirçîtî û timakarî wî sewq dikin ku bi riyakariyê ecibandina xelkê bi dest bixe. Lê şagirtên Rîsaleyên Nûr ji Rîsaleyan dersa liberxistin, qenaet, tewekkul û razîbûna bi qismetê xwe girtine. Bi izna Xwedê, ew dersa izzeta îmanî wê wan ji riya û melaqiya ji bo menfaeta dinyayê biparêze.

Sebebê Sisêyan: Însan bi pirxwestina navdariyê, hezkirina meqam û bi hestên derbasbûna ji hevalê xwe riyayê dike. Eger mirov çaplûsiyê bike, xwe bi xelkê bide çêkirin, zêde qîmet bide xwe û xwe li meqamên bilind ku zêdeyî mirov in nîşan bide, ev riyakarî ye. Şagirtên Rîsaleyên Nûr “ez” bi “em”ê guherandine, yanî dev ji ezîtiyê berdane, li ser hesabê şexsê manewî yê Rîsaleyên Nûr dixebitin. Di şûna “ez”ê de dibêjin “em”. Di şûna “fena fi’ş-şeyx”* û “fena fi’r-resûl”* de -ku ev tabîrên ehlê terîqetê ne- dibêjin “fena fi’l-îxwan”. Ev jî yek ji wan wesîleyan e ku nefsa emmare* dikuje, wê ji riyakariyê xilas dike. 

Yanî şagirtên Rîsaleyên Nûr şexsiyeta xwe di şexsê manewî yê birayên xwe de dihelînin û wisa tevdigerin. Înşaellah çawa ku ehlê heqîqetê ji riyayê xilas bûbûn, bi vê hikmetê ew jî yê ji riyayê xilas bibin.

Xala Sisêyan: Di wezîfeya dînî de; qebûlkirina bi xelkê, ketina rewş û tevgerên mezin ku ew meqam wan dixwaze, divê xwe‘ecibandin û riya neyêne hesabkirin. Tenê wexta ku ew mirov wê peywirê ji bo şexsê xwe bi kar bîne, hingê dibe xwe‘ecibandin û riyakarî. Mesela dema ku melayek wezîfeya îmamtiyê dike, di tesbîhatan de eşkere dixwîne, bi xelkê dide guhdarîkirin, qet nabe riyakarî. Lê ji derveyê wezîfeyê ji ber ku eger eşkere bixwîne îhtimal heye riya bikeve xwendina wî, hingê bidizîxwendin bi xêrtir e. Şagirtên xalis yên Rîsaleyên Nûr di belavkirina dîn de, di îbadetên xwe de ku li pey sunnetê diçin û di xwedûrkirina ji gunehên mezin û teqwaya xwe de mîna ku li ser navê Qur’anê wezîfedar bin têne hesabê. Loma jî înşaellah riya nakeve xebata wan. Tenê dema ku ji bo armanceke dinyayî ketibin nav xizmeta Rîsaleyên Nûr, hingê dibe riya.

 

Çavkanî: Rîsale-î Nûr – Bedîûzzeman Saîdê Kurdî (Nûrsî) ( https://zehra.com.tr/kitapoku.php?id=23&sayfa=260)

Derbar Çand Name

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply