ZENDa 26an derket

Kovara lêkolîn û nirxandina li ser ziman a bi navê Zend bi hejmara xwe ya 26’an derket pêşberî xwendevanên xwe.

Di hejmara payîz-zivistan a Zendê de gelek nivîsên li ser ziman hene. Şemoyê Memê bi sernavê “Sembol û hebandina avê di zargotina kurdî de” nivîsek balkêş amade kiriye.

Zimanê kurdî Michael Chyet jî bi hevpeyvînek di kovarê de cih girtiye. HevpeyvÎna ku Umîd Demîrhan pêre kiriye bi sernavê “Tirîyê kurdi lê ne ava biyaniyan” hatiye pêşkêş kirine. Chyet di hevpeyvînê de qala xebata xwe ya li ser ferhenga kurdî-îngilîzî dike û der barê zimanê kurdî û xebatên ferhengnasiyê de rê nîşanî nifşên nû dide.

Umîd Demirhan ji bilî hivpeyvînê nivîsen din jî nivÎsiye. Demîrhan der barê “Devoka Feylî ya Zaravayê Kelhûrî” de gotara ragihandiye xwendevanan. Ew, di vê gotarê de pêşî der barê cih û warê kurdên feylî de agahiyan dide û pişte jî rêzimana devoka feylî bi mînakan pêşkêş dike û li ber wan jî kurmanciya wan dinivîse.

Yehya Elewîferd “Weznên Hêjayî di Helbesta Kurdî”

Samî Tan jî bi gotina xwe li ser “Raborîya Xebatên li ser Kurdî” sekiniye. Yek ji nivîskarên Zendê yê domdar zimanzan Zana Farqînî jî mijareke der barê rêzimana kurdî de hildaye dest û ew lêkerên dariştî û gireyên lêkersaz rave û şîrove dike.

Di kovarê de ji bilî nivîsên li ser ziman çend nivîsên li ser dîrokê jî hene. Di vi warî de  Eyyup Subaşi û Mehmet Gultekîn bi gotarên de xwe di kovarê de cih girtine.

Diyarname

Derbar ziman

Check Also

4 kitabê kirmanckî veciyay

Weşanxaneyê Vate çar kitabê newey vetî. Înan ra yew şiîr, yew tez, yew folklor û …

Leave a Reply