Parçekirina Nivîsan di WordPressê de

Fêdeyên Nivîsparçekirinê

Dîtîna nivîsê behtir dibe: Dema nivîsek hat parçekirin bo her perçeyê wê ew nivîs çarek din tê dîtin ev jî dibe wek nivîsa we gelek caran hatiye dîtin. Di rebotên lêgerînê de jî dîtina pelên we behtir dibe. Û sepanên reklemê yên wek AdSense ji bedela ku di nivîsekê de wê reklamake carekê bidê xwuykirin bo her parçeyê wê reklamê nû dike û ji bedela careke bo her parçeyî carekê wê reklemê didê xwuyakirin û dahatuya we wê behtir be.

Barbûna nivîsê hesantir dibe: Bo ku nivîsa we bûye parçe û her parçe bi serê xwe tê barkirin. Dema nivîsek dirêj û bi wêne be li gorî lêza înternetê pelê we dibê ku bi hedî werê barkirin, lê dema we nivîs parçekir ji bedela ku di derbekê de wê hemû nivîs û wêne bên barkirin win pêl kîja parçeyî bikin tenê ew parçe tê bardkirin bi wî hawî nivîsa we bi leztir tê barkirin.

Nivîsên pirbeşî xweş tên dabêş kirin: Hin caran nivîsên me ne ji beşekê, ji pir beşan pêk tên û hemû beş di pelekî de xweşik xwuyanakin, wê demê em dixwazin li gorî beşan nivîsên xwe di nav xwe de bikin parçe bi wî hawî hem nivîs xweşiktir tê pêşkeşkirin hem jî li gorî beşên xwe tê dabeşkirin.

Derbar Rêvebir

Check Also

Çend Lêkolînên Ser Zanistê

Bi zimanê Kurdî pirtûkekê kurt û bisûd em didine pêşberî we. Hevalê ezîz kanin daxînin …

Leave a Reply