
Di malperan de nivîsên pir dirêj ji aliyê xwendin û rûpelsaziya malperan ve hin caran xweşik xwuyanakin wê demê dibê ku bixwazin nivîsan di nav xwe de bixin parçe.
Fêdeyên Nivîsparçekirinê
Dîtîna nivîsê behtir dibe: Dema nivîsek hat parçekirin bo her perçeyê wê ew nivîs çarek din tê dîtin ev jî dibe wek nivîsa we gelek caran hatiye dîtin. Di rebotên lêgerînê de jî dîtina pelên we behtir dibe. Û sepanên reklemê yên wek AdSense ji bedela ku di nivîsekê de wê reklamake carekê bidê xwuykirin bo her parçeyê wê reklamê nû dike û ji bedela careke bo her parçeyî carekê wê reklemê didê xwuyakirin û dahatuya we wê behtir be.
Barbûna nivîsê hesantir dibe: Bo ku nivîsa we bûye parçe û her parçe bi serê xwe tê barkirin. Dema nivîsek dirêj û bi wêne be li gorî lêza înternetê pelê we dibê ku bi hedî werê barkirin, lê dema we nivîs parçekir ji bedela ku di derbekê de wê hemû nivîs û wêne bên barkirin win pêl kîja parçeyî bikin tenê ew parçe tê bardkirin bi wî hawî nivîsa we bi leztir tê barkirin.
Nivîsên pirbeşî xweş tên dabêş kirin: Hin caran nivîsên me ne ji beşekê, ji pir beşan pêk tên û hemû beş di pelekî de xweşik xwuyanakin, wê demê em dixwazin li gorî beşan nivîsên xwe di nav xwe de bikin parçe bi wî hawî hem nivîs xweşiktir tê pêşkeşkirin hem jî li gorî beşên xwe tê dabeşkirin.
Parçekirina Nivîsên Di WordPressê de çawa ye?
- Pêşî nivîsa xwe wek her car li ser paceya nivîsê binivîsîn an jî ji deverek din bênin pêvebikin.
- Pişt re derbasî hilbika kodên nivîsê (Text Tap) bin û li devera win dixwazin nivîsê parçe bikin vê kodê bicih bikin: <!–nextpage–>
- Li gorî dilê xwe win nivîsa xwe bixwazin bikin çend parçe vê kodê bi evqas deveran ve bizeliqênin.
- Piştre vegerin hilbika xwuyanga nivîsê winê bibînin ku li derên we koda parçekirinê pêve zeliqandiye nîşaneya -PAGE BREAK- derketiye.
- Dema win derbasî pêşdîtina nivîsê bibin hûnê bibînin dibinê nivîsê de li gorî dabeşkerina we li binê nivîsê jimarên parçeyên we tên xwuyakirin hûn bixwazin herin kîja parçeyê tenê pêl jimara wî parçeyî bikin evqas.
Rûkarên(Thema) piştgiriyê nadin nivîsparçekirinê
Eger pîştî koda parçekirinê we bicih xist û li qada nivîsserrastkirine nîşaneya -PAGE BREAK- xwuya dikê lê di pêşdîtina nivîsê de li binê nivîsê jimarên parçeyan xwuyanakin ev jî tê wê wateyê ku temaya we piştgiriyê nadê parçekirina nivîsan. Bo çareserkirina vê meseleyê em dikarin vê rêyê bişopînin.
- Ji qada rêveberiya malperê herin Xwuyang>Serrastker
- Ji vir pelgeya single.php ya temaya xwe hilbijerin.
- Pişt re divê em koda <?php the_content(); ?> bibînin ev kod dema pel tê barkirin nivîsa vî pelî dikişîne.
- Li binê vê kodê koda nivîsparçekirinê divê em bizeliqênin. ev kod jî ev e: <?php wp_link_pages(); ?>
- Serrastkirinên xwe tomar bikin û ji vir derkevin.
- Vegerin pêşdîtina nivîsa xwe winê bibînin ku li binê nivîsê jimarên parçekirine derketine.
- Bo xwuyanga jimarên parçekirinê biguherînin win dikarin koda nivîsparçekirinê li gor dilê xwe biguherînin.
- bo mînek dikairn koda nivîs parçekirinê wilo fereh bikin.
<?php
wp_link_pages(
array(
‘before’ => ‘<p class=”post-pagination”>’ . __( Pel:’ ),
‘after’ => ‘</p>’,
‘link_before’ => ”,
‘link_after’ => ”,
‘next_or_number’ => ‘next’,
‘separator’ => ‘ ‘,
‘nextpagelink’ => __( ‘Pêşve’ ),
‘previouspagelink’ => __( ‘Paşve’ ),
‘pagelink’ => ‘%’,
‘echo’ => 1
)
);
?>
Bo behtir agahiyên derbarê taybetkirina pelan ein dikarin herin serdana vî pelî: https://codex.wordpress.org/Function_Reference/wp_link_pages
Gotara berê: WESTANDIM
Gotara piştî: Qolinc Tê Şikestin?
Gotarên Têkildar
Divê bav 10 tiştan fêrî zarokên xwe bikin
Feydeyên lêxistina amûrekê muzîkê
Gelo pêçandina pitikê baş e an ne baş e?
Yên li mala wan ixtiyarên 65 salî û mezintir hebin bila vê nivîsê bixwînin

