Peyvên Kurdî
Aplîkasyona ‘Peyvên Kurdî’ ji gelek zimanan pêk tê. Her zimanek ji gelek astan pêk tê. Heya astek neqede astên din qufilkirî dimînin. Dema mirov astan diqedîne, mirov dibe xwediyê jeton û pûanan. Ji bo her dîtina peyvan pûan tê daîn. Weke din di hûndirê aplîkasyonê de dide ku lîstikvan fêrî Kurdî bibe.
Yên ku dixwazin Kurdiya(Kurmancî û zazakî) xwe pêş bixin dikarin bi lîstikan pêşbixin, di dawiya listikê de zimanê Kurdî bêtir tê hînbûyîn. Dikarin bi zimanên din jî bilîzin û fêrî gelek peyvan bibin. Di navê de beşa îstatîstîk û encama pêşbirkêyê jî heye ku lîstikvan û kesên beşdar dikarin bi hêsanî bigihijin agahiyên derbarê lîstika xwe û yên din de.
Amadekerê lîstikê Ferhat Baysal derheqê lîstikê de wiha got: “ Lîstik ji peyvên Kurdî pêk tê. Heya niha 30 hezar peyv hatine bar kirin û wê her biçe, peyvên zêdetir lê bên barkirin. hilbijêrka zimanê din jî di nava lîstikê de heye. Ji bilî Kurdî, Tirkî, Inglîzî, Elmanî, Fransî, Spanî, Îtalî û bi zimanê Rûsî tê lîstin.”
Lîstika Peyvên Kurdî ji hêla Ferhat Baysal ve hatiye avakirin û bi du zaravayên Kurdî kurmancî û Dimilkî/zazakî hatiye amade kirin.
Lînka aplîkasyona ‘Peyvên Kurdî’:
Video: https://youtu.be/Spku9UZtzHY
Ji bo kesên bixwazin derbarê dîrok, ziman û çanda Kurdî de peyvan hîn bibin, karin ‘Lîstika Pirs’ê jî bilîzin.
Lîstika Pirs:
https://play.google.com/store/apps/details?id=kurdi.leyzok.pirs
IOS:
https://apps.apple.com/pk/app/pirs-kurdish-online-game/id1643788584
Çandname