Navdarê Kurd: Rênçber ‘Ezîz

Li gundê Wusfan ku li ser Çewlikê ye, di sala 1955an de hatiye dinê. Di yek saliya xwe de bi nexweşîna çavan dikeve. Ji ber bêdoxtoriyê û dermanên nerast, hîna çend meh bi ser de derbas nabe ku her du çavên xwe winda dike. Piştî ku mala wan tê navenda bajêr, êdî diya wî ya reben, bi her awayî lê xwedî derdikeve û nahêle ku ji jiyanê bixeyide.

‘Ezîz, hîna çar pênc salî ye, muzîka radyoyê bala wî dikşîne. Bavê wî, di 8 saliya wî de, wî dibe medreseyê. Li medreseyê, zû hînî xwendina Quranê dibe. Dengê wî jî xweş e û xweş Quranê dixwîne. Di demeke kurt de, hînî xwendina Mewlûda Şerîf jî dibe û êdî li ku derê Mewlûd hebe, wî dibin û bi wî didin xwendin.

Di 10 saliya xwe de, kilam bala wî dikşînin û bi awayekî xweş dest bi gotina kilaman dike. Êdî bala her kesî diçe serê.

Piştî wê erdheja ku li bajarê wan diqewime, terka welatê xwe dike û rast diçe bajarê Stenbolê. Li wê derê jî bi muzîkê re eleqedar dibe. Peyre diçe Ewropayê. Roja 31ê Temûza 1988an li Elmanyayê çûye rehmetê.

Salnameya Nûbiharê

Derbar Çand Name

Check Also

ÇAR PERWERDEHIYÊN GIRÎNG

Di Toreya Kurdî de ÇAR PERWERDEHIYÊN GIRÎNG Bêguman perwerde di çanda piraniya neteweyan de cihekî …

Leave a Reply