Ez ne ezim êdî
Ne hestên min hestên berê ne
Ne jî ez mîna berê me
Bêdengîya te min naêşîne êdî
Tenê pê dikenim û derbas dibim
Tu êdî ne şahîya min î, ne jî êşa min î
Tu ne hezkirî yê min î
Ne jî ev dilê min da yî êdî
Êdî dîtina çavên te yê reş ne daxwazî ya min e
Ez li pey gotinên te yên xweşik nînim
Kena rûyê te jî hestîrên çavên te jî be wate ye bo min
Ji ber ku tu ji vî dilî da hatî xilaskirin û paqijkirin
Tu ne pêşeroja min da, ne jî paşeroja min da heyî
Çavên min ne li rê ya hatina te ye
Ne jî tirsa çûyîna te ye
Ne stêrkê ezman te dixe bîra min
Ne jî strana min û te
Gava tu dikevî bîra min ne rûyê min dibeşire ne jî dilê min diêşê
Şevên tarî bi xem û hesreta te derbas nabe êdî
Tu bo min êdî herkesî
Li xwe baş binêre
Min got; ez ne ezim êdî
Morî Xanim