Ziman şîrîn e şîrê dê.
Vexwî wî têr dibînî xêr.
Nemîn dûr jê bimij tim pê
Dixwînim têr dibim pê fêr.
Tu zarê min û barê min.
Sibeh êvar tu karê min.
Bijî daîm li warê min.
Li gundan ta bi nav bajêr.
Ji axaftin, nivîsa zar.
Nemînî qet nebî xemsar.
Li sûkê jî bikî pê kar.
Bikî bazin di dest da zêr.
Bi vîn im ez dikim jê hez.
Ji dil tim tê dikim wî gez.
Bi xavîtî dixwim wî ez.
Timî birçî qe nabim têr.
Çi yê pehtî çi xavîtî.
Bibim jê dûr bi bêbextî.
Nekim pê kar bi serwextî.
Nejîm dê ez tu xêr û bêr.
Hebûna min nebûna min.
Tu yî jîn û xwebûna min.
Tu yî dilpêvebûna min.
Çi zarek xweş û mê û nêr.
Hemîd tim bêje derdê dil.
Bibîranîn e barê mil.
Ji xwêdanê bibî dê şil.
Bikî ger vê dibînî xêr.
Hemîd Hewrewî
Amed, 28.11.2020
Newasazî: newadarin newadarin
0 1 1 1 0 1 1 1
Erûz : mefailun mefailun