Metbexa Rihayê ya gelek tehmên ji hev xweştir di nav xwe de dihewîne ji bo ku nasnavê “Bajarê Gastronomiyê yê Dinyayê” hilde wê dîsa serî li Rêxistina Perwerdehî, Zanîst û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) bide.
Dilê cîranê Rihayê piştî ku di nav “Bajarên Bimerîfet” de cih girt Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê jî li ser vê ji bo xebatên di vê qadê de tên kirin re derî vekir.
Şaredarê Bajarê Mezin ê Rihayê Nîhat Çîftçî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir xwarin û xurekên metbexa Rihayê bi sedan sal in hene.
Çîftçî destnîşan kir ku gelên herêmê ji mêvanan pir hez dikin û di vê qadê de Hezretî Îbrahîm ji xwe re mînak qebûl dikin û wiha dewam kir: “Gotina ‘Sifreya Xelîl Îbrahîm’ ji hêla herkesî ve tê dizanîn. Gelê ji Rihayê ji mêvanan pir hez dikin û dema ji bo wan sifreyê datînin pir kêfxweş dibin. Ji ber vê jî dema ku mêvan tê ji bo wî sifreyeke gelek xwarin û xurek li serê hebe radixin erdê. Ev kevneşopî bi qasî 13 hezar û 500 salî ye ku dewam dike. Em jî wek emanetgirên vê mîrateyê naxwazin ku ev kevneşopî ji holê rabibe û ji bo berdewamiya wê hewl didin.”
Serokê Şaredarariya Bajarê Mezin a Rihayê Çîftçî eşkere kir ku bajarê wan ji bo ku bikaribe nasnavê “Bajarê Gastronomiyê yê Dinyayê” hilde wê careke din serî li UNESCOyê bide û wiha pêde çû: “UNESCO dixwaze ku ev xwarinên tên çêkirin li çarşî û bazarê bên firotin. Serlêdana me ya berê ji ber vê krîterê hat redkirin lê emê niha li gor krîterên eşkere ne tevbigerin û tewdîrên xwe hildin û xebatên xwe bikin. Xwarinên Rihayê yên wek şilik, bostane, tîrît û cîger lazim e li cihê heq dikin bin. Em hêvî dikin ku bajarê me wê nasnavê hilde.”
Seroka Platforma Tûrîzmê ya Rihayê û Esnaf Cevahir Asûman Yazmaciyê jî diyar kir ku xwarin û xurekên li herêmê çar aliyê dinyayê tên zanîn.
Yazmaciyê got ku ew li cihê xwe xwarinên herêmî yên Rihayê çêdikin û ji bo nasandina wan hewl didin heke bajarê Rihayê nasnavê “Bajarê Gastronomiyê yê Dinyayê” hilde ev yek wê bi kêrî hemû bajêr, esnaf û welatiyên li herêmê ne bê.
Çavkanî: trtnuce