Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Kurd destpê dike

Duyemîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Kurd di 7’ê Gulanê de bi pêşengiya NÇM’ê destpê dike. Di bernameya mîhrîcanê de gelek çalakiyên hunerî, çandî û wêjeyî cih digirin û ji her çar parçeyên Kurdistanê jî hunermend û nivîskar beşdarî mîhrîcanê dibin.

Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ji bo çand û hunera gelê Kurd bigihîne hemû gelên Stenbolê par cara yekem Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Kurd lidarxistibû. Îsal jî ev mîhrîcan di pêşengiya NÇM’ê de di 7’ê Gulanê de li Stenbolê destpê dike. Mîhrîcan dê heya 15’ê Gulanê berdewam bike û di çarçoveya bernameyê de ji çar parçeyên Kurdistanê gelek hunermendên navdar beşdar bibin. Dê vekirina mîhrîcanê bi pêşangeha wêneyan a bi navê “Bîr” were kirin û bi konsêra ku dê Hanî, Bajar, Meral Tekçî, Lawje, Şîlan Dora, Yalda Abbasî, Îlana Eliya, Ferhat Mansurî û Ahmet Aslan tevlî bibin bi dawî bibe. Dê ji 7’ê Gulanê heya 15’ê Gulanê li gelek navendan konser, pêşandana fîlman, şano, panel û pêşangeh were lidarxistin.

Bernameya mîhrîcanê wiha ye:

7 Gulan Şemî: Pêşangeha Wêneyên Têkel ‘Bîr’, Cih: Cezayîr Restoran, Katjimêr: 16.30 Guldesteyek fîlmên kurt, Cih: Cezayîr Restoran, Katjimêr: 17.00 Konsera vekirinê: Newayên Çarçira, Cih: Şanoya Kenter, Katjimêr: 20.00

8 Gulan Yekşem: Şanoya Bajêr a Şaredariya Êlihê, Lîstik: Papûcên Min ên Xweşik, Cih: Su Gosterî Merkezî, Katjimêr: 11.00 Panel: Wêje û Huner, Cih: Cezayîr Restoran, Katjimêr: 15.00 Pêşandana belgefîlm: Her Şer Bû Jiyana Min, Cih: Navenda Çanda Golge, Katjimêr: 16.00 Şano: Yên Xwedê ji Wan Sitendî, Cih:Su Gosterî Merkezî, Katjimêr: 20.00

9 Gulan Duşem: Pêşangeha Wêneyan: Kalan, Cih: Navenda Çanda Şîşlî, Katjimêr: 19.00 Konser: Ozan Serdar, Ozlem Gerçek, Dogan Çelîk, Cih: Navenda Çanda Şîşlî, Katjimêr: 20.00

10 Gulan Sêşem: Konser: Yelda Ebbasî, Tehsîn Xidir, Cih: Navenda Çanda Şîşlî, Katjimêr: 20.00

11 Gulan Çarşem: Kurtefîlm: Dûr, Dîwançeya Helbestan: Jana Seyda, Konser: Newayên Jina, Cih: Navenda Çanda Şîşlî, Katjimêr: 20.00

12 Gulan Pêncşem: Belgefîlm: Her Şer Bû Jiyana Min, Cih:BEKSAV, Katjimêr: 16.00 Şano: Spîmend, Cih: Navenda Çanda Şîşlî, Katjimêr: 20.00

13 Gulan În: Dîwana Dengbêjan, Cih: Med-Der, Katjimêr: 17.00 Konser: Ahmet Aslan, Îlana Eliya, Cih: Navenda Çanda Şîşlî, Katjimêr: 20.00

14 Gulan Şemî: Şano: Masiyê Reş ê Biçûk, Cih: Su Gosterî Merkezî, Katjimêr: 11.00 Hevpeyvîn: Rênas Jiyan, Cih: Cezayîr Restoran, Katjimêr: 15.00 Şano: Tirsa Fuhrer, Cih: Navenda Çanda Şîşlî, Katjimêr: 20.00

15 Gulan Yekşem: Konsera Girtinê: Hanî, Bajar, Meral Tekçî, Lawje, Şîlan Dora, Xêro Ebbas û Ferhat Mansurî, Cih: Bostanci Gosterî Merkezî, Katjimêr: 17.00 (E.E)

Çavkanî: basnews.com

Derbar Çand Name

Check Also

ÇAR PERWERDEHIYÊN GIRÎNG

Di Toreya Kurdî de ÇAR PERWERDEHIYÊN GIRÎNG Bêguman perwerde di çanda piraniya neteweyan de cihekî …

Leave a Reply