“Nêrgiza Lam û Elîfê” Derket

“Nêrgiza Lam û Elîfê” ya M. Zahir Ertekin ji Weşanên Lîsê Derket

Helbestvanê ku weke pireke navbera kevneşop û nuhjen helbestên xwe dirêse, geh li nik bajarê Wanê ye ku derbeke mezin ji erdhejê xwarîye, geh di binê berfa Roboskîyê de dinale;

“Berf dibare
Berf dibare bi ser me û
Bi ser fê’lên bêfedî yên mirovahîyê
Weke Roboskî mîna Zîlan û fena Helebçeyê…

Hin caran gazinên xwe bi ser Behraspî de dibarîne ji bo Alanê liserdevketî, carina zilma ser erdnîgarîya xwe weke ‘êş’ê bi nav dike;

“Wê rojekê deng û destê te bişkên
Rengê te yê geş hişk bibe
Xwe bêdawî nebîne ey êş
Ma dengê bavên keserkûj qul nake guhên te?
Ji bîr neke ev peyva qedîm û mizgînewer
Ku ji devê qasidê sadiq diweşe:
“El kufrû yedûmû wezzulmû la yedûmû” ”

Dilê xwe weke Cizîrî ji yarê re vedike û nola Feqiyê Teyran diyar bi diyar di nava rêzikan de digere;

“Qulhuwella qunit wecceht, dixûnim lê tev keft û left
Nizanim me’neya ebcet, gelo çawa bêjim ne te

Meriv pêşî dibêj kî me, zikrê Celîl dike qîme
Divê ku xwe bike lîme, paşê xwe bavêje rehmetê”

Geh silavekê li Seydayê Axtepî dike, geh li çola Kerbelayê li nik Huseyn e.

Ey dilo bes birêje, agirê ‘işqê disoje
Serîyan bes biêşe, bes bugvêş azaran di dil

Batinê xwe ger te hel ket, şûn de li zahir veger
Wê çaxê tofana ‘işqê, dê bibit baskên di dil”

Ji ber hindê ye ku divê helbestên M. Zahir Ertekin bi hêminî û bi hestyarîya Kurdewarîya qedîm werin xwendin û beramberî helbesta kevneşop û ya nuhjen were kirin.

Nêrgiza Lam û Elîfê, M. Zahir Ertekin, helbest, 93 rûpel, Weşanên Lîs 2016 , Amed
ISBN:978-605-9295-07-9a

Derbar Çand Name

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply