Li Kobanê yekem pirtûkxaneya kurdî hat vekirin

Li Kobanê piştî nêzikî salekê komkirina pirtûkan, yekemîn pirtûkxaneya kurdî bi navê “Rodî û Perwîn” hat vekirin. Pirtûkxane bi piştevanî û alîkariya saziya KPC’ê û Desteya Perwerdeyê hat amadekirin, hemû cureyên pirtûkên kurdî di warên dîrok, wêje û rêzimana kurdî de li xwe digire.

Berpirsê pirtûkxaneyê Ednan Hesen ji televîzyona K24’ê re axivî û got: “Di destpêkê de çîmento û hesin nebûn, lewra hinekî bi derengî ket û di aliyê aborî de me bi karînên xwe yên kesayetî destpê kir, heta ku konfiranasa Komîteya Perwerdehiya Civaka Demokratîk li dar ket, ku di konferansê de piştgirî dan amadekirina pirtûkxanê. Ev pirtûkxane di mala Ş. Rodî û Ş. Perwînê de yên ku di komkujiya Kobanê de şehîd bibûn, hatiye vekirin.”

Li gor kes û karên Rodî û Perwîn, pirtûkxane bi şiyan û karînên kesayetî hatiye vekirin û wek bîranînekê ji bo keda herdu qurbaniyan di warê dîrok û zimanê dayikê de tê, ku ew bi xwe li Kobanê mamosteyên zimanê kurdî bûn û xelkê deverê gelek sûd ji wan dîtine.

Xanima bi navê Cîhan Hesen, ku ew jî berpirsa pirtûkxanê ye li ser pirtûkxaneya kurdî wiha axivî: “Tevî ew bûyerên ku hatine serê me, hêviya me ew bû ku zarokên birayê me, ji me re man û ew mal ji me re ma. Ew mala jî daxwaza Rodî û Perwînê bû, ku piştî zewaca xwe pirtûkxaneyekê di malê de vekin, ji xwe ew evîndarên hev bûn.”

Pirtûkxaneya Rodî û Perwînê nêzîkî hezar pirtûkan li xwe digire û rêveberên pirtûkxaneyê hewl didin ku hejmara pirtûkan bighînin 6 hezaran û biryar e ku heftane çalakiyeke çandî li hola pirtûkxaneyê were sazkirin. (K.B) 

Çavkanî: basnews.com 

Derbar Çand Name

Check Also

Rola înternetê di warê ziman de

Bi hinceta çalakiyên 10 saliya diyarnameyê li Îzmîrê bi piştgiriya malpera diyarname.com û Weşanxaneya Nayê panel û kokteyla "Rola Înternetê Di Warê Ziman De" bi revebiriya Berfo Barî û Bi axaftina Cîhan Roj û Dawûd Rêbiwar wê bê li dar xistin.

Leave a Reply