Ji kesayetiyên ku di dîroka Îslamê da xwedî cihekî taybet in, bandora wan li erdnîgariyeke berfireh çêbûye û der heqê wan da gelek pirtûk hatine amadekirin yek jî helbet fermandarê Kurd Siltan Selaheddîn Eyyûbî ye.
Ebûl Hesen Elî el-Hasenî en-Nedwiyê ku alimekî navdar e li hember mêrxasî û xîreta Siltan Selahaddîn Eyyûbî bêdeng nemaye û di nav berhemên xwe da bi taybetî bal kişandiye ser wî.
Nedwî di berhema xwe ya bi sernavê “Siltan Selaheddîn Eyyûbî” da qala kesayet, oldariya wî û bi taybetî mêrxasiya Siltan Selahaddîn a li hemberî xaçparêzan kiriye.
Berhema bi wergera Diyaettin Uysal û edîtoriya Recep Songul ji alîyê Weşanxaneya Asaletê ve hat weşandin.
Pirtûk piştî pêşgotinê qala talûkeya êrîşên xaçparêzan ên ku li hemberî Alema Îslamê dabûn destpêkirin, dike.
Xwendevan dema vê pirtûkê bixwînin der barê Şerê Hittînê 491-492 (1098-1099) û Fetihkirina bajarê Qudsê da ku ji bo alema Îslamê gelekî muhim e jî dibin xwedî agahî.
Abdullah Araf