Mar di ziman û çanda Kurdî de

Heger em bi lez û kurtahî guzerek bikin di nava dîroka xwe ya kevnar û çinar de, ji Sumeriyan (efsaneya Gelgamêş) ta Mîtrayî, Med û Maniyan jî, dibînîn (Mar) sembola mayin û saxbûnê bûye û ta niha jî di ola Êzîdiyê de Mar pîroziyê xwe parastiye, ji Laleşa nûraniyê û li ser deriyê peristgehê wêneyê mara reş hêza xwe dide nîşan.

Her wiha di zimên de jî gelek peyvên kevnar û resen mane, wek:
Bêmar: nexweş
Tî-êmar: çaresera nexweşiyê
Bêmaristan: nexweşxane
Danmar: Heba îlacê

û gelek peyvên din jî ku efsûs pirraniyê peyvan yan winda bûne yan ber bi windabûnê diçin.
ziman bingeha şunasê ye û nasnameya netew û gel e, loma vegerîn bo felsefe û bingeha zimanê kevn, paşxana ziman kûr û sengîn dike, ziman zengîn û behadartir dike, hêvîxwaz im ev peyva Mar û yên din jî ku em dinivîsin zêdetir zimannasên me li ser baldar bin, bi awayekî kûr û tijî vekolîn li ser bê kirin.
Helbet peyva Mar bi wateya (Mar, Şumar, Jumar, Jimar, Hejmar, Amar) û… gelek din jî tê.. ev wate û ramanekî cuda ye dûr e ji peyva Mar weke sax û îlacê.

Qandîl Şeyxbizînî

rewanbêj

Etîket: Çand, mar, Ziman

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Pirtûka “Rênimaya Zimannasiyê” ya Omitê Mistefê ji Weşanxaneya Hîvdayê Derket

Xelîfe Yusuf di “Manzum Takrîz”ê de Dibêje: “Ilim tenê bi Erebî nîne”

Veracêkerdena Gramerê Kirdî-Dimilî-Zazakî û Kurmancî – 7 –

Ziman û Postmodernîzm

Ziman û Nivîs: Nexşeya Ramanê û Lengerê Nasnameyê

Çand Name

Edîtorê malperê – 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Hemû nivîskar →

Şîroveyekê bihêle