Mamosteyek Wê Çawa Serwerî Û Disiplîna Refê Biparêze?

Di refêde serwerî sekneke. Sekna mamosta di çûyîna refê de di aliyê nêzîkatiya xwendekaran de xwedî bandoriyek diyarkere.  Despêkê di rojên yekem yên dibistanê de, wê xwendekar çawa bên dibistanê, çawa waneyê guhdar bikin û bi çi rengî wê tevbigerin, weke rêzîknameyek jiyanî were gotin û bê xistina şiklek yê distûrên dibistanê. Mamoste bi sekin û nêzîkatiyên xwe yên sempatîk û nimûneyî hewl bide ku gotinên xwe bi xwendekaran bide bandor kirin. Mîsoger divê hevsengiya refê bê parastin. Xwendekarên di astek ketî de bên tespît kirin û ji bo wan eleqederiyek cuda bê nîşa kirin. Dema xwendekarên bivî awayî di cihê xwe de meşiyan, wê bibe sedemê hevsengiya refê xira bibe û serweriya refê neyê parastin. Tû serkeftinek hema ji xwe çênabe.

Bi gavên biçûk bingehê armancên mezin tên danîn. Serkeftinek biçûk ya xwendekaran bê takdîr kirin, wê bibe sedema tevlîbûnek bihêz ya xwendekar ji bo waneyê.   Divê rewşê de pêwîste mamoste bibin qehremanê aramiyê û  nêzîkatiya li buyeran jî, bi sebir tevbigerin. Tû mamosteyek bi hewldanên şîdet, şermezar kirin û axaftinên sekter bikaranînê nikare disîplîna refê bide çêkirin. Yê şîdet û tirsandinê bikar tîne jî nabe mamoste. Di dema waneyê de pêwîste mamoste firsetê ne de ku wane bi awayek vale derbaz bibe. Heger bala xwendekaran li ser waneyê çû carek din vegerandina wan ya waneyê zehmet dibe.

Xalek din ya ku serwerî û disîplîna refê dide çêkirin; serweriya mamoste ya mijarê ye. Di mijarek de, dema mamoste baş liser hakim nebe, ne pêkane bala xwendekaran bikişîne ser waneyê. Dema tê gotin disiplîn nayê wê wateyê ku, emê xwendekaran bêxin qalibek hişk û wan li ser mêzeyan dîl bigrin. Ji xwe armanca disiplînê ne tevgerandinekî hişk ya helwestane. Berevajî wê dema em li dibistanê li gorî disîplina dibistanê tevdigerin, wê demê sazûniya perwerdê tê birê ve birin. Ev ji bo pêkanîna serweriya refê di cih deye.

Nivîskar: Abdullah BABAT

Derbar Rêvebir

Check Also

Perwerdeya Bi Zimanê Dayîkê Tabiî ye û Fitrî ye

Her tişt ji ser koka xwe şîn dibe. Çaxa ku darek an jî çalîyek di …

Leave a Reply