Kurdên Nûjen, Nevîyên Arî û Xorrîyên Kevnar in

Ezbera herî şaş a dîroknûsîya kurdî ev e ku, piranîya lêkolîneran, ên kurd bi tenê arîyan ve girê didin û ên kurd tenê weke nevîyên Arîyên kevnar destnîşan dikin.

Ev yek heta derekê rast e lê agahîyeke kêm e. Bê zêdekirina Xorrîyan (Horrîyan), ev agahî hem şaş, hem jî kêm e. Kurdên nûjen, nevîyên Arî û Xorrîyên kevnar in. Ev her du şaristanî û gel bi hev re Konfederasyona Sobarî, Kassî, Kardû, Mitanî, Xalta (Urartu) û ya dawîyê jî Konfederasyona eşîran a Med ava kir.

Ji Medan vir ve jî, wek netewekê, wek gelekî xwedî çand, dîrok û zimanekî hevpar jiyîn û dijîn. Kurdistana îroyîn jî her wiha makewelatê Arî û Xorrîyên kevnar e, ji lew re ev her du beş ji hev ne dûr in û piranîya zanyaran wan her duyan wek neteweyekê dihesbînin.

Êdî kîjan di nav din de helîyaye ne girîng e. Weke din, zimanê kurdî jî hevkarî û hevparîya Arî û Xorrîyan e. Ma ne taybetmendiya ergatîvî ji zimanê Xorrî mîrate maye ji kurdan re.

Bi kurtî weke kurdan, pêşîyên kurdan jî, ji ti deverî ber bi Kurdistanê ve nehatine. Jixwe li vir bûn, ta ji roja Xweda dinya afirand li vir bûn, li vir in û dê li vir bin…

Xerzî Xerzan

Derbar Çand Name

Check Also

Ali Hariri (Kürtçe: Elî Herîrî; 1009 – 1080 )

Klasik Kürt edebiyatı şairi. İlk İslam Dönemi Kürt şairi sayılmaktadır.[1] Hakkari doğumlu olan Hariri’den itibaren …

Leave a Reply