Kilamên Celadet Bedirxan çap bûn

Kilam û stranên ku Celadet Elî Bedirxan berhev kirine û di kovarên Hawar û Ronahiyê de weşandine ji aliyê weşanxaneyê Avesta ve dîsa hatine çapkirin.

Berhevoka bi navê “Stranvan” derketî ji stran, kilam, û berhemên din ên folklorîk pêk tê ku hinek ji wan ên Celadet Bedirxan bixwe, hinekên din ên gelêrî ne.

Weşanxaneya Avestayê “Stranvan” wekî yek ji hemû berhemên nivîskar, zimannas, wergêr, rojnamevan û mîrê Kurd, Celadet Elî Bedirxan diweşîne.

Avesta di danasîneke emailî de dibêje hinek ji wan stran û kilaman, bi taybet ên ku bi navên Djeladet Aalî Bedîr-Khan, Herekol Azîzan, Stranvan, Stranvanê Hawarê û Dîlokvan hatine weşandin ên Mîr Bedirxan bixwe ne.

Ji bilî wan, stranên Ehmedê Fermanê Kîkî, R. Lescot û yên bê anonîm jî di berhevokê de hene.

Pirtûk ku 128 rûpel e bi awayekî kronolojîk, yanî bi rêza dîrokî ku di Hawar û Ronahiyê ew belav kirine, cî daye kilaman.

Rudaw

Derbar Çand Name

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply