Fobiya Bilindiyê…

Fobî, tirsa zêde ye ku meriv/mirov meferbir dike, nahêle meriv îş û kare xwe bike. Sedem dibe ku yek mêş be, dibe ku bilindahî be jî, dibe ku dûpişk û mar û mişk bin jî. Tirs bi her kesî ra heye. Tirs bi heywanan ra jî heye. Hin kes ji kûçikan(seg,se,sah) ditirsin, lê hin kes jî hebûne ku çûne nêçîra/seyda şêran.

Tirs tiştekî xwezayî ye. Ji bona xwe parastina ji tiştan lazim e. Ger meriv be ger heywan be ku talûkeyek bibîne xwe li dûr dide. Gava ku ev tirs ji kontrola meriv derkeve hêdî ew fobî ye. Meriv nikare bi wê tirsê. Dibe ku meriv bilerize, xwîdan bide, sor û zer bibe, bîhna meriv teng bibe, devê meriv zuha bibe, dilê meriv li hev bikeve, meriv bêhiş bikeve û hwd(her wekî din).

Hin fobî jî hene ne ji ber talûkeyekê ne, sedem ne talûke ye. Ev ji hundirê meriv tê. paşê ku dibe tirs û ji kontrole derdikeve dibe fobî.

Di tedawiyêda dermandayîn û psîkoterapî bi hev ra tên kirin. Bi pirranî ji ber biserneketina dermanan antî-depresan jî tên bi kar anîn. Lê ya herî zede baş/rind ew e ku meriv bi wê tirsê ra derkeve meydanê û tirsê bibîne. Meriv derbikeve li hemberî wî tiştî yan wê rewşê û bibîne ka çawan li meriv tirsê çêdike. Ji piştî naskirina tirsê îcar meriv dest bi serketina wê tirsê bike.

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply