Kebaba Bacanan

MELZEME – PÊDIVIYÊN XWARINÊ

Têra 4 kesan

*Balîcan: 4 heb

*Goştê hûrkirî: Nîv kîlo

*Sîr: 2 dendik

*Pîvaz: Seriyek

*Îsotê hêşîn (yê dirêj): 5-6 heb

*Firingî: 3 heb

*Ava firingiyan: Kevçiyekî xwarinê

*Îsota pûlikî: Kevçiyekî çay

*Îsota reş: Kevçiyekî çay

*Rûnê ron: Qedeheke avê

ÇÊKIRINA KEBABA BACANAN

Balîcanên xwe bi dirêjî jê bikin û tê bixin nav ava bi xwê û dûvre balîcanên xwe ji nav avê derxin, bi potekê zûwa bikin. Rûnê xwe têxin taweyekê û deynin ser argûnê, balîcanên xwe di nav rûn de sor bikin. Li binê tebeqekê peçeteyan raxin û balîcanên we yên sorkirî têxin tebeqê da ku rûnê di nav balîcanan de werin kişandin.

Goştê xwe yê hûrkirî têxin teyfikekê, pîvaz û sîrên xwe li rendê xin û bavêjin nav goştê xwe, îsota pûlikî û xwê jî bixin ser û bi hev re bieciqînin. Kuftika xwe di nava destên xwe de bikin gilover û deynin ber xwe. Rûn têxin nav taweyekê û deynin ser argûnê, ku rûnê we sor bû kuftikên xwe yê we kiriye gulover di nav rûn de ser û binê wan sor bikin.

Di nav qabekê de firingî û îsotên xwe yên hêşîn, bi dirêjî jê bikin û li ser wan xwê û rûnê ron birejînin û li hev bixin deynin goşeyekê.

Balîcanên ku we sor kirine deynin ber xwe li ser sêniya firinê, du heban bi vî şiklî (+) deynin ser hev û kufteyên xwe yên sorkirî têxin navbera wan û kêlekên balîcanan çepo rasto bavêjin ser kufteyê, perçeke firingî û îsotên hêşîn deynin ser û darikên xwe têre kin. Heta ku balîcanên we biqedin, bi vî şiklî dewam bikin û deynin ser sêniya xwe.

Ava firingiyan têxin teyfikekê û av berdin serê û lihev xin. Sosa ku we çêkiri bixin ser kebaba xwe û bavêjin firinê. Dema şîva wê pijiya derxin û bi germî deynin ser sifreyê.

Noşî can be

Etîket: Jiyan, Xwarin

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Hemû eşq şîrin dest pê dikin

Facebook: Belaya Herî Xweşik

Zarokên We Divê Çi Bixwin/Vexwin

Li hember serma standinê divê em kijan tedbîran bistînin?

Rêza Fêkîyên Bi Herî Sûd

Çand Name

Edîtorê malperê – 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Hemû nivîskar →

Şîroveyekê bihêle