Jîngeha derveyî dinyayê

Jîngeha derveyî dinyayê: Îstasyona Fezayê ya Navneteweyî/ÎFN
(International Space Station – Uluslararası Uzay İstasyonu)

Îstasyona Fezayê ya Navneteweyî û li pişt dinya xuya dike.


Di sedsala dawî de mirovahiyê di hêla fezayê de pêşketinên gelek mezin pêk anîn. Êdî jîyana li fezayê yan jî li gerestêrkek din nêzîktirî me ye.

Bêguman ev tiştek zehmet e lê xebatên tên kirin jî mirov nikare bêje hêsan in… Niha emê li xebata herî mezin, li derîyê mirovahiyê yê li fezayê vedibe binêrin ku ew jî Îstasyona Fezayê ya Navneteweyî ye.

ÎFN, peyk a herî mezin a ji aliyê mirovahîyê vê hatî çêkirin e û di rêgeh a dinyayê de digere. Piştî heyîvê peyk a herî mezin a dinyayê ye.

Çêkirina Îstasyonê sala 1998 ê bi serkêşîya Emerîka destpê dike û di çêkirine de pêkhateyên fezayê yên Emerîka, Rûsya, Japonya, Ewropa û Kanada cih digrin. Armanca projeyê ew bû ku derfetên fezayê bên avakirin û
jibo lêkolîn û xebatên fezayê weke baregehek bê bikaranîn.

Koma ewil ya esmangeran sala 2000 ê çû îstasyonê û kom ji sê kesan pêk dihat. Îstasyon wisa hat avakirin ku her ku biçe derfeta zêdekirina labaratuar û kapsûlan lê hebe. Niha ÎFN, 72 metreyan dirêj, 109 metreyan fireh û xwedî 400 ton giranî ye. Ji erdê 400km yan bilind e û leza wê 27743km/saet e. Yanî di saetê de 27743(bîst û heft hezar û heftsed û çil û sê) kîlometre diçe.

ÎFN di rojekê de 15.5 caran li dora dinyayê dizîvire û her 90 deqîqeyan carekê li dora dinyayê dizîvire. Heta niha bi vî awayî 114 hezar caran li dora dinyayê zivirîye. Li ser îstasyonê gelek panelên tavê hene û bi wan enerjî ji rojê tê standin.

Heta niha ji 17 dewletan 220 esmanger çûne îstasyonê û lêkolîn kirine. Di heman demê de herî zêde 6 esmanger dikarin di îstasyonê de bijîn. Herî zêde esmanger ji Emerîka(141) û Rûsyayê(44) çûne. Heta niha yekemîn esmangerê Misilman ê çûye asîmanan Şeyh Muzafar Shukor ê ji Malezyayê ye.

Dewlet û hejmara esmangerên ji wan dewletan çûyîn îstasyonê.


Heta niho gelek caran ceribandin li ser fezayê, bîyolojîyê û fîzyolojîyê hatine kirin. Di nava esmangeran de zanayên tenduristiyê jî hene û ew lêkolînê li ser esmangeran dikin ku dema dirêj dimînin li fezayê ka çi bandora vê yekê li ser laşê mirov çê dibe û ji bo tenduristiya mirovan çi metirsîyên fezayê hene. Weke din di îstasyonê de labaratuar hene û li vir ceribandin li ser dermanên tenduristiyê tên kirin.

Ji nava îstasyonê dîmenek…

Esmanger jibo ku form a laşê xwe biparêzin divê her roj spor/werziş ê bikin. Ji ber ku hêza erdkêş ê li wir nîn e û ev jî hin pirsgirêk derdixe holê bi taybetî li ser hestîyên mirovan…

Dema esmangerek hereketan dike.

Esmanger carinan derdikevin gerfezayê yan jî meşa fezayê. Meşa fezayê ewê ku esmanger bi hin alavên taybet ji nava îstasyonê derkeve û di valahîya fezayê de bigere yan jî li ser îstasyonê tamîrê bike. Heta niha bi vî rengî 188 gerfeza çêbûne.

Esmangerek derketiye gerfezayê û li ser îstasyonê bi tamîr ê mijûl e.

Komên esmangeran dema diçin bi giştî 5-6 mehan dimînin li îstasyonê û dîsa dizîvirin dinyayê.

Komên esmangeran û hejmara rojên mayîn li îstasyonê.

Îstasyon, ji dinyayê jî xuya dike. Lê bi roj hinekê zehmet , bi şev dema mirov lê binêre weke stêrkekê derbas dibe û bi çav jî xuya dike. Lê belê divê mirov ji berê agahdar be ka kengê ewê li hêla mirov derbas bibe ji ber ku ji her derê xuya nake. Eger hûn bixwazin îstasyonê bişopînin û dimênen zindî ji wir temaşe bikin ev programa di lînkê de wê têra we bike.
https://play.google.com/store/apps/details?id=com.runar.issdetector

Herî dawî bi wêneyek ji îstasyonê
hatî girtin em nivîsa xwe biqedînin û em bibînin ka li dinyayek çiqas xweşik dijîn.

Xalid Celalî / Nîsan 2019

Ferheng
Peyk: stalayt, uydu
Rêgeh: yörünge
Feza: uzay
Baregeh: üs
Esmanger: astronot, kozmonot
Tenduristî: sağlık
Bandor: etki
Hêza erdkêşê: yerçekim kuvveti
Gerfeza: uzay yürüyüşü
Gerestêrk: gezegen

Derbar Çand Name

Check Also

Pirsên Herî Mezin Ên Gerdûnê

1.Gerdûn bi çi awayî hat avakirin? Em dizanin ku gerdûn bi Teqîna Mezin (Big Bang) …

Leave a Reply