Perîya min tu wek bazî
wa çavên te dûr dibazî
wek xezalek gerdengazî
jîrî zanim tu jinxasî
perîya min zef bedewe
wek gul lâle’ya deşta Muş’a me ye
yeqîn ew perî ji taxa me ye
dil bir jimin bi awirên xwe ye
perîya min xweş xemilî
gulî û gerden liser dimil milî
dilê wê jibo min digîrî
bawerke tu hêvî û bendewarê minî
perîya min gelek jîre
leheng û çelenga welate
xwedî hêz û rûmete
tenê aşiqê xortê dil kulê welate
Bawer Yekta