JI Weşanxaneya Nûbiharê “TARÎXA PÊXEMBERAN (Qeseul-Enbiya)”

Ev kitêba Tarîxa Pêxemberan,  ji Hz. Adem bigre ta bi Hz. Îsa behsa wan pêxemberên ku navê wan di Quranê de dibore dike. Nivîskarê wê Ebdulwehhab en-Neccar, gava dest bi qisseta pêxemberekî dike, pêşî bi awayê îstatîstîk diyar dike ka çend caran navê wî pêxemberî di Qur’anê de boriye, û navê wan sûretan û reqemên ayetên ku navê wî pêxemberî tê de boriye rêz dike.

Paşê jî merhele û qonaxên jiyana wî bi berfirehî îzah dike û di her qonaxê de ayetên eleqedarî wî pêxemberî dinivîse. Li dawiya her qissetê, bi kurtayî ders û îbretên ku di wê qissetê de heyî eşkere dike. Eger behsa wî pêxmberî di Tewrat û Încîlê de hebe, bi pirranî wê jî zikir dike, û bi vî awayî muqayeseya Qu‘ranê digel van kitêbên pîroz dike, da ku ufûqa xwendekarî berfirehtir bike.

Nivîskar, di jêrenotan de cewaba rexneyên herdu komîsyonên Zanîngeha Ezherê jî dide, ku ev komîsyonana ji aliman pêkhatî bûn û rexne li ser kitêba wî nivîsîbûn.

Navê Kitêbê   TARÎXA PÊXEMBERAN

Navê Orîjînal  QISES’UL-ENBIYA

Nivîskar          EBDULWEHHAB EN-NECCAR

Wergêr / Lêkolîner     Mela Teyyibê Bazîdî

Cûre    Olî

Rûpel  734

Sala Weşanê   2021

Weşanxane: Nûbihar

Derbar ziman

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply