Ji Kurdan re rêberek lazim e

Ku rewşa me ew qas xerab e sedemeke xwe jî bê rêberbûn e. Heta niha di nav Kurdan de gelek rêber derketine lê pirsgirêka herî mezin wan rêberan bi lîstikan rê hatine derxistin û pir dema yan hatine kuştin an jî zîndanê de hîştine.

Lê divê rêberê me de ev prensîban hebin û rêber tu cara neyê lîstikan û rê û prensîbên xwe tawîz nede.

👉Teqez divê musbet hereket bike tu caran bi çek û kuştinê nefikire

👉Divê tu caran tiştê veşartî neke û xebatên xwe gîşkî vekirîbin. Tiştên veşartî de suîstîmal zêde dibin.

👉Divê Oldar be û dema xebatên xwe kirin oldariyê xwe derxe pêş çimkî neteweya me ji oldariyê hez dike û li ser gel ol gelekî tesîr dike.

👉Divê rêber karîzmatîk û bandorker be, dema pirsgirêk derketin divê karibe çareser bike

👉Divê heps û zîndanê bide berçavan

👉Qîmetê bide îlm û îrfanê, dibistan, medrese û kursên ku dersên kurdewarî û îlmê îslamê didin veke

👉Teqez dema xapandinê prensîbên xwe tavîz nede û nekeve rêyên şaş û çek û gengeşîyan nefikire

👉Divê nav gelê awam/feqîran de xebatên xwe bike û wan bikşîne ser fikra xwe

👉Teqez divê teknolojiyê bikarbîne û xebatên xwe de li gor demê hereket bike.

👉Divê tevgereke modern be.

👉Qîmetê herî zêde bide xwendinê û perwerdehîyê

⚠️Divê girîngîyê bide zimên û xebatên xwe herî zêde bi kurdî (kurmancî/zazakî/soranî) bike.

Gernas Amedî

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Macirê – Ji Deftera Kurmancî | 1

Macirê, destê wê li ser trabzanên şaneşînê ku berê wê li çiyê bû, bi porê …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *