Zar bûm hatim dinê
Şîr da min dayê
Kor bûm
Sivik bûm
Barê diya xwe bûm
Piştre çav vebûn
Mezin dibûm
Çi qas mezin dibûm
Barê min giran dibû
Jiyan barê giran bû
Niha di bin barê xwe de me
Êdî her tiştî dibînim
Hêdî hêdî hîn dibim
Hêdî hêdî dîn dibim
Û hêdî hêdî dimirim…
Peyvên SerekeHelbest Ronî Aram Wêje
Check Also
Folklor û Helbesta Modern
Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …