Îran Xanim: Hawarek Ji Ûrmiyeyê

Îran Xan yan jî Îran Xanim, di sala 1951an de li gundê Îçkeso, navçeya Somabira Dostê, ku li ser bajarê Ûrmiyeyê ye ji dayîk bûye. Vê jina Kurd a hunermend di dîroka dengbêjiyê de cihekî taybet girtiye. Vê jina berxwedêr û serhildêr, dema ku çi jinekê mafê xwe nedizanî li hember mêrên temen mezin dengê xwe derxîne, dengê dilê xwe û qêrîna ku ji kûrahiya dilê wê derdiket, dikire stran û dengê wê li her derê Kurdistanê belav dibû. Ew yekem jina dengbêje ku di radyoya Ûrmiyê de dengê wê hatiye qeydkirin û arşîvkirin.

Bi vê xebata Sayîme Xakpûr, bi rêya neqilkirina jiyana hunermendeke Kurd, derd û xem, xweşî û hêsir, ken û girî, gazinc û gilî û hewar û qêrînin komek mirovan tê ragihandin. Carina jî hest û hizirên nivîskar jî tevlî ax û nalînên neqilkara pirtûkê Gulistana keça Îran Xanê dibin û ta ku meriv difikire: Gelo Îran Xan kî bû, dibe ku Gulistana keça xwe be? An dibe ku  Sayîmeya nivîskar be? Dibe ku dayîk û xwişkên me bin? An na, belkî ew gişt civata jinên Kurd in. Belkî jî hemû civata me..!

Îran Xanim: Hawarek Ji Ûrmiyeyê

Sayîme Xakpûr

NÛBIHAR | Weşanxane & Kovar

Derbar Çand Name

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply