Hz. Muhammed(s.x.l.)

(Ji bo zarokan)

Ger tu Pêxember nenasî nav Muhemmed lê binêr (S.E.W)

Navê dê Amîne hem jî Evdila bab bêje jêr

Ew li Mekkê hate dinya paşê koç kir Medînê

Ku temen bo şêst û hem sê wî bo axret kir vexêr (oxir)

Şertê Îslamê di pênc in her şehadet ya ewil

Rojî û Hecc û zekat e, hem nimêjê deynî lêr

Deh sehab dê çin Biheştê mizgînî hatî bo wan

Ev hedîs gelkê sehîh e, lêbelê her deh jî mêr

Çar ji wan her çar xelîfe, Boubeyd, Se’d û Seîd

Ebdirehman, yek jî Telhe, yek Zubeyrê ew dilêr

Dilbikulê Cizîrî

Etîket: helbestên kurdî, Hz. Muhammed, ol, ola îslam, pêxember, Polylang KMR, Zarok

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Bîr Neke Tu Însanî!

Tu dixwazî bila Ehmedê Xanî mamosteyê te be?

Cegerxwîn

Li ser Cegerxwîn divê fîlmekî çawa were kişandin?

Dengbêj Zahiro: Dengbêjiya Berê Nemaye!

Şîroveyeke binivîse