Gelo Dermanê Çav Rojiyê Dişkîne?

Glokom…yanî tansiyona çav a bilind, wekî veşartî zêdedibe û dema nehat tedawî kirin dibe sedema koretiyê. Ji bo tedawiya vê nexweşiyê jî, dermanê çav pêwist e. Lê welatî ji hêla bikartînê ve nikarin biryara xwe bidin. Qisaweta ku dê rojiya me bişkê, ji bo çavên nexweş riskê hildigire.

Pisporê Nexweşiyên Çavan Dixtor Cengiz Akarsu derbarê mijarê de agahî da û got: “Bikaranîna dermani bi taybetî jî di wextê xwe de bikaranîn, gelek girîng e. Ji ber Remezanê hin caran nexweş bikaranîna derman îxmal dikin, saetên bikartina derman paşve didin. Di heyamên pêşerojê de îxtîmal heye ku ev e bibe sedema nedîtinê. “

Fikrên Alimên Dîn Eşkere ye

Miftûyê Antalyayê Ahmet Çelik di vê mijarê de wiha difikire: “alim û ulemayên me yên heyamên dawî qinaeta wan heye ku ji ber bikaranîna dermanê guh û çav rojî nakeve… Ji ber hindê dermanê çav û dermanê guh nabe sedema ketina(şikestin) rojiyê. Ji ber vê kesên ku di çavan an guhan de eciziya wan heye û mecbûr in derman bikarbînin, dikarin îlaca xwe bikarbînin.”

Çavkanî : trtnuce

Derbar Rêvebir

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply