Helbest | Xwe û xweza | Bager Adar

1.) Xwe/za

Xwe/da ji sirra xwe da xwe/zayê,
Vejîna xwezayê
dest pê kir bi Newroza dilan.
Axê got: “Axx!”
Zayîna jîyanê bi axê re vedida.
Tovê jîyanê yê ku di bin axê sar de
Pêd
û
pêd
dirêj dibe ber bi germahî û ronahîya rojê ve.
Jîna xwezayê ji axa pîroz
Ya mirovahiyê ji delalîyê jinê şîn bû.
Bihar hat, dema hişyarbûna dar û ajalan e.
Çêlikan çavên xwe yên pak vekirin di hêlîna cîhanê de.
Koçerên çiyayan
Pêşî govenda vejînê digirin li dora agirê pîroz ê Newrozê,
Paşê berê xwe didin zozanan.

* * *

2.) Ger

Ger:

Ez şiîr bim di qerexa nefesê te de,
Tu şerab î di qedeha dilê min de!

Ez baran bim li kolanên çavên te,
Tu keskesora rengînî li ezmanê dilê min!

Ez penaberek bêkes bim li welatê  evîna te,
Tu hezkirneke qedexeyî di ramanên min de!

Ez têkoşer bim li bajarên çiyayên te,
Tu şoreş î li paytextê welatê min ê bindest!

Bager Adar

Etîket: Helbest, sernivîs

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Ma tu dikarî berhevkarîya folklorê bikî?

Ji Bo Jiyanê Gotinên Bav û Kalan

Ma Di Vê Serdemê De Çîrok Hîn Jî Pêwîst in?

Ji Festîvala Wêjeya Kurdî li Berlînê notên nexweş!

Şervanê Azadîyê Nelson Mandela

Şîroveyeke binivîse

NivîskarBager Adar
Dîroka weşanê20/11/2026
Nûvekirin19/11/2026
KategorîWêjename
Etîket,
Hejmara peyvan162
Dema xwendinê1 deqe xwendin