Hezkirina Xwedê ji dil tê ne li ser zimên e!

Mirov divê bi rastî ji Xwedê bitirse. Lê ev tirs divê ne tenê di zimanê mirovan de be, divê di dilê wan de cih bigire û di tevger, kirin û danûstandinên wan de xwe nîşan bide.

Hin mirov hertim behsa Xwedê, Pêxemberê me Hz. Muhemmed (s.x.l), ol û Misilmaniyê dikin. Lê dema ku mirov li tevgerên wan dinêre, tiştekî cuda dibîne. Bi hêsanî mafê mirovan dixwin, dilê kesan diêşînin, bi kesên din re henekên bêedebî dikin, kesan biçûk dibînin û bi qestî sûcê xwe dikin, piştî wê wekî tiştek nebûye tev digerin.

Gelo ev e wateya bawerî û xwedêtirsiya rastîn?

Mirov nikare bi tenê bi gotinên xwe, xwe wekî kesekî bawermend nîşan bide. Bawerî divê di exlaq, edalet, dilovanî, rastgotinî û parastina mafê mirovan de xuya bibe. Kesê ku ji Xwedê ditirse, dizane ku mafê mirovan ne tiştekî hêsan e. Ji ber ku dikare ji bo gunehên xwe ji Xwedê lêborînê bixwaze, lê dema ku mafê kesekî din xwariye, divê wê mafê jî jê re vegerîne an jî ji xwediyê mafê lêborînê bixwaze.

Herwiha, henekên ku dilê mirovan diêşînin, gotinên ku kesekî biçûk dixînin û kiryarên ku rûmeta mirovan binpê dikin, ne tiştên biçûk in. Divê mirov bizane ku gotinek dikare salan di dilê kesekî de birînekê bihêle.

Ji bo ku mirov bibêje ez bawermend im, tenê gotina «Xwedê» û «Misilmantî» têrê nake. Divê mirov di kirinên xwe de jî nîşan bide ku ji Xwedê ditirse û mafê mirovan diparêze.

Xwedê ji me hemûyan re dilê paqij, zimanê rast û exlaqê xweş bide. Me ji şerê wan kesan biparêze ku bi ziman behsa baweriyê dikin, lê di kirinên xwe de mafê mirovan binpê dikin.

Xwedêtirsiya rastîn ne tenê di gotinan de ye; di dilê paqij, kirinên baş û parastina mafê mirovan de ye.

Sermîyan Ertekîn

Etîket: bawerî, rastî, sernivîs

Gotara berê:

Gotarên Têkildar

Rîsaleyên Nûr êdî bi dengê Zazakî û Kurmancî têne guhdarîkirin!

Kronolojîya Serdema Hz. Ebubekir (r.a)

Peyama Sunnetê -18 (Edep û Exlaqê Xweşik)

Care Caran (helbest)

Peyama Qur’anê: Secde Bike-Nêzîk Bibe

Şîroveyeke binivîse