Ez ê Çawa Gaza Pitika Xwe Derxînim?

Di bebekan de piştî hefteya 3yemîn sancûyên gazê dest pê dikin. Her çiqas ev pirsgirêk ji binî neyê tedawîkirin (dermankirin) jî bi hin sepanan mirov dikare bebeka xwe rehet bike.

Piştî ku we bebek mêjand, hûn dikarin ku demildest hêdî hêdî li pişta wê bixin. Heke nekaribe gaza xwe derxîne piştî ku we mijand hûn dikarin deverû 5-10 deqîqeyî dirêj bikin û pişt re hêdî hêdî li pişta wê bixin.

Hûn dikarin ku gêziya/tozmij ceyranê an jî makîneya ziwakirina poran vekin û bebeka we pê rehet bibe.

Hûn dikarin bi qasî neynoka tiliya xwe ya piçûk muskat (gûza Hîndistanê ya piçûk) rewêjin kevçiyekê çayê û hinekî şirê xwe bidoşin ser û bidin bebeka xwe.

Hûn dikarin nîvê kevçiya çayê hevrîşkê  bi qasî şûşeyekî di nav çayê de bikelînin û bi awayekî şîrgermî di nav rojê de hindik hindik bidinê.

Hûn dikarin memeya zarokê ne bi werdanê bi hereketên gilover bihelînin. (destê xwe wekî ku çembere xêz bikin, bibin û bînin) Di nav memeya ku têwerdan (ango ber jêr û berjor kirin) de pifikên gazê çêdibin.

NÎŞE: Sancûya gaza piranî di meha 3yemîn de xilas dibe. Lê belê kêm caran jî be heta salekî berdewam dike.

SEDEMÊN KU ŞÎDETA GAZÊ ZÊDE DIKIN:

Heke dayik tiştên wekî çikolata, tivir, kelem, fasûlî yên ku gazê çêdikin bixwe. Dibe ku di mîkroorganîzmayên di  roviyên bebekê de pirsgirêk hebe.

DER BARÊ DERMANAN DE BALDAR BIN!

Hemû dermanên ku gazê derdixîne yên di piyaseyê de ewle nînin (baş nînin). Di ser de jî herî zû divê di dawiya meha duyemîn de bên bikaranîn. Ew dermanên ku dibêjin bi nebatan hatine çêkirin jî dibe ku zarokan gêj bike û wan bixe xewê. Ya herî baş ew e ku rêbazên ku tu zirarên wan tunin çêkin. 

Wergêr: BIRHAN IRMAK

Nivîskar:  ZEYNEP KAÇMAZ

www.candname.com

Derbar Çand Name

Check Also

“Min nekin qurbana teknolojiyê”

Berî her tiştî, ez dixwazim vê yekê bibêjim, ez li hember Instagram, Facebook an torên …

Leave a Reply