Duayên Kurdî -1

LI SER DUAYAN ÇEND GOTINÊN PEXAMBER (S.X.L) 

  • “Li cem Xwedê, ji dua biqîmettir tu tişt nîne”
  • “Evd, di secdê de nêzikî Xwedê (Rebbê xwe) ye. Ji bo wê di secdê de duayan pir bike”
  • Sê kes hene wextê dua bikin tu şek û şuphe tune ku duayên wan qebûl nebin: ‘‘Duayê mezlûman, duayê mêvanan û duayê ku bav ji zarokên xwe re dike’’
  • Kî, paş birayê xwe yê misliman de dua bike wê melayket jî bibêjin ‘Amîn, wek bila ji te re be jî’.

ÇEND DUAYÊN TAYBET

  • Xwedayê min! Min ji xetayên min, mîna kincekî pak ji gemaran pak bike.
  • Xwedayê min! Tu xwediyê her tiştî yî, bê te tu Îlah tune ne. Tu Rebbê min î, ez jî evdê te me. Min li xwe heyf kir, ez gunehê xwe îtîraf dikim. Gunehê min bibexşîn, bê te kesî ku gunehê me bibexşîne tune. Min bigihîjîne exlaqekî xweşik. Encax tu min bigihîjînî exlaqî xweşik. Exlaqî qirêj ji min dûr bixe. Bê te kesekî ku min ji exlaqî qirêj dûr bixe tune.
  • Xwedayê min! Tiştî ku min berê kiribe, tiştê ku min berdayî paşê, tiştê ku ez hundurî xwe de vedişêrim, tiştê ku ez eşkere dikim bibexşîne. Ê Baqî Tu yî, bê te tu îlah tune ne.
  • Xwedayê min! Gunehê min ê biçûk, ê mezin, ê yekemîn û yê dawiyê, ê wekirî û yê veşartî bibexşîn.
  • Xwedayê min! Ez ji ezabê Te xwe dispêrim rizayê Te, ji cezayê Te xwe dispêrim bexşandina Te. Ez çiqasî pesnê Te bidim naqede.
  • Xwedayê min! Min biparêze, ji min re merhametê bike, rêya heqiyê nîşanî min bide, noşîcanî bide û min riziqdar bike.
  • Xwedayê min! Ez ji bo Te zîkir dikim, Ji Te re şukrê dikim û ji bo Te îbadetê dikim, alîkariyê ji min re bike.
  • Xwedayê min! Dilî me li ser xêrê li hev bîne, navbera me bibîne, me bigihîjîne rêya azadiyê û me ji tarîtiyê bigihîjine nûra xwe. Guhên me, çavên me, dilê me û xaniyên me ji bo me pîroz bike. Tu tobeyê me qebûl bike, tu tobeya pir qebûl dikî û merhameteke bê dawî ji me re bike. Ji bo nîmetê Te me şukurdar bike, nîmetê fireh bide me.
  • Xwedayê min! Nav mexluqan  de tenê em ji te ditirsin. Dema hêrsbin an jî sakîn bim jî ez ji te îxlasê dixwazim. Ez nîmetan tenê ji Te dixwazim. Ez ji mirinê şûnda jiyaneke xweş dixwazim. Me bi xemla îmanê bixemilîne. Me bigihîjîne rêya rast.
  • Xwedayê min! Ji ezabê qebrê, fîtneya Mesîh û Deccal, fîtneya mirin û jiyanê û bikaranîna gunehan û xwe ji hemu talûkeyan em xwe dispêrînin Te.
  • Xwedayê min! Em ji exlaqî qirêj/nebaş, karê nebaş û xwestinê nebaş xwe dispêrînin merhameta Te.
  • Xwedayê min! Ji nimêjê bê feyde em xwe dispêrînin Te.
  • Xwedayê min! Rastiyê ji min re îlham bike. Min ji nebaşiyê û nefsê min e xerab biparêz.
  • Ey yê ku dila vediçêwirîne! Dilê me ser ola/dînê xwe pêdandî/sabît bike.
  • Xwedayê min! Me ji ecizîyê, teraliyê, tirsonekiyê, pîrbûnê û ezabê qebrê star bike.
  • Xwedayê min! Teqwayê bide min û nefsê min pak bike. Encax tu pak bikî, parêzer û efendîyê nefsê min Tu yî.
  • Xwedayê min! İlmê ku feyde nade, dilî ku natirse, nefsê ku têr nabe û duayê ku neyê pejîrandin me star bike.
  • Bi navî Xwedê! Min ji Xwedê re tewekûl kir. Ketina zîletê/kindê, ji rêderxistinê, zilmkirinê, cahîlîyê û ketina zeraran em xwe dispêrînin Te.
  • Xwedayê min! Pexamberê me (s.x.l) çi xêr ji Te xwestiye em wê xêrê dixwazin. Pexamberî me (s.x.l) xwe ji kîjan şeran parastiye, me jî ji wan dibiparêzin.
  • Xwedayê min! Bêguman me li nefsa xwe re zilm kir, Tu gunehê me yê biçûk û mezin bibexşîne. Çimkî bê Te tu kesek nikane bibexşîne!
  • Xwedayê min! Me comert/camêr/çavfireh û bêgerew  bike.
  • Xwedayê min! Me ji çilekiyê, xelayê, derbasbûna heddê, tengasiya zêde, zennê nerind, fîtneyê şevê û ji tengasiya xizaniyê dûr bixe.
  • Xwedayê min! Roja me yê îro serî bi xêr, navrojê rizgarî/xelasî û dawiyê jî bike serkeftin. Roja îro bike seadet, şehadet, tobe, bexşandin û îmaneke saxlem nasîb bike.
  • Xwedayê min! Derfetên fireh, temenekî bextewar/dilgeş û rizqekî fireh bide me.
  • Xwedayê min! Ef û mexfireta xwe me bibexşîne, fezl û kerama xwe ji me re muemeleya nerm bike.
  • Xwedê besî me ye. Ew çê wekîlekî xweş e. Çi dost û alîkarekî xweş e. Em ji Te bexşandinê dixwazin.
  • Rebbê me, Xaliqê me tu duayê me bipejirîne. Bêguman tu her tiştî bi heqqî dibihîsî û zanî!

Amîn, Amîn, Amîn!

Derbar Çand Name

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply