Mercên/Şertên Îslamê

Bawermendê mûmin ji îmanê şûndetir; Pêwîst e ku şertê Îslamê bizanibin li gor şertê Îslamê bijîn û şertê Îslamê bînin cîh li ser misilmana ferz e. Ruknê îmanê şûndatir, mercê Îslamê bizanibin li gor wî jî emel bikin.

Ola (Dînê) Îslama ser pênc tişta hatîye avakirinê; Yek jî wan kelîme ê şahadet e, nimej kirine, dayîna zekatê ye, çûyîna Heccê, meha remezanê da qirtina rojiyê ye. (Buxarî, Mislim, Neseî, Ehmed b. Henbel ) 

Merce Îslamê yê yekemîn: Kelime ê şahadet; Ez şahidiyê didim bi dilê xwe, qirar didim bi zimanê xwe ku, Xweda yek e, bê şerîk û bê heval e ji Wî pêştir tu Xwedayekî mayî nîne. Babeta îbadetê her ew e û ew bi tene ye. Dîsa ez şahidî dikim bi dilê xwe û qerar didim bi zimanê xwe ku, Muhemmed Pexember ê Xweda ye him jî qasidê emre Wî ye.

Ev peymanekî mezin e. Soz û qirarekî mezin e. Mirov bi vê peymanê ve dibe misilman û Ola Îslamê ve tê girêdanê.

Merce Îslamê yê Duyemîn: Kirina nimêjê ye; Nimêj ser her  misilmanê bi aqil û balix yên  jin û mêr re di rojekê de pênc waxt ferz e, roja înê, nimeja înê (ser meran) ferz e. Nimêja meytê ferzê kifaye ye.

1-Nimêja sibê; Nimêja sibê 4 rikaet e;2 rikaet sinnetê  mûekkede, 2 rikaet ferz e.

2-Nimêja nîvro; Nimêja nîvro 10 rikaet e; 2 rikaet sinneta muekkede,2 rikaet sinneta xeyrÎ mûekkedê yê ewil e. 4 rikaet ferz,2 rikaet sinneta  xeyri muekkede yê dawî ye.

3-Nimêja esrê; Nimêja esrê 8 rekaet e; 4 rikaet sinnetê xeyrî muekkede, 4 rikaet ferz e.

4-Nimêja êvarê; Nimêja êvarê 5 rikaet e;3 rikat ferz, 2 rikaet sinneta muekkede.

5-Nimêja Îşayê;Nimêja Îşayê 9 rikaet e;2 rikaet sinnetê xeyrî mûekked, 4 rikeat ferz, 3 rikaet sinnetê muekked

Nimêja Înê; Nimêja înê, ser jina sinnet e, li ser mêran ferz e. 2+2=4 rikaet sinnetê ewil e,2  rikaet ferz e.2 rikaet sinneta dawî ye.

Nimêja meytê; Nimêja meytê, ser jin û mêran ferzî kîfaye ye. Nimêja meytê de rûkû yek jî secde tunin. Nimêja meytê 4 tekbîr in. Tekbîra ewil fatihe tê xwendin. Tekbîra duyemîn de selewat anîna ser pexember. Tekbîra sêyemîn de ji bo meytê xwendina dua yê ye. Tekbîra çaran ya dawî dayîna selamê ye.

Mercê Îslamê yê sêyemîn: Meha remezanê da girtina rojiyê ye. Ser her mislimanê jin û mêr bi aqil, xama û bêbafik girtina rojiyê ferz e. Rojî ser zar û evsena ne ferz e

Merce Îslamê yê çaremîn: Dayîna zekatê ye. Zekat li ser her misilmanê malên wî yê zekatê hebe, dayîna zekatê ser mêr, jin, zarok û evsenê ferz e.

Zekat ser kî ferz e? 

1-Ê misilman be.

2-Ê azat be.

3-Male zekatê yê bindestê wî de be.

4-Male zekatê yê bighêje hejmare zekatê.

5- Salek ji ser wî malê zekatê ku derbas be.

Ji kîjan malê zekat tê dayînê?

1-Zêr, zîv û pere.

2-Defîne.

3.Heywan (Pez, Bizin, Dewar û Deve)

4-Malên bazirganiyê.

5-Malên çandiniyê.

Zekat heqê kê ye?

Zekat li gor Qur’anê ji heşt celeb mirov re diçe;

1-Xîzan.

2-Miskîn.

3-Kesê deyndar.

4- Kesê rêda mayî.

5-Kole (Xulam)

6-Ê  ji bo rêya Xweda tekoşîn û şer dikin.

7-Fermanbere ji bo dewleta îslamê zekatê topdikin.

8-Muellefeyê qulub; Ew kesên ku   ne misilman in  lê tu gava  malên zekatê bidî wan ê dilê wan  xweş be û  ola îslamê bêhtir hez bikin, yê bibine misilman, an jî nû bûne misilman lê dilê wan tam Îslamê va germ nebûye ji bo dile wan Îslamê ve zexm bê girêdanê zekat li wan jî diçe.

Merce Îslamê yê pênca: Çûyuna Heccê. Misilman yên şert û mercê wî jê bigre, emrê Xwedê carekî çûyuna hec li ser wî ferz e. Ser zar û evsenan hec ne ferz e. Lê belê  li gor Şafiî umre jî ferz e. 

Hec ser kî ferz e?

1-Ê misilman be

2-Aqil be

3-Xama be

4-Azat be (ne kole be)

5-Taqeta wî  hebe.

Ev mercanan mirovekî de tinebe hac li ser wî ne ferz e.

Mehmet Emîn Can
06.01.2016

Derbar M.Emin Can

Check Also

Rojîname – 28

Ayeta Rojê بِسْمِ اللَّهِ الرَّحْمَٰنِ الرَّحِيمِ اِذَا زُلْزِلَتِ الْاَرْضُ زِلْزَالَهَاۙ 1. وَاَخْرَجَتِ الْاَرْضُ اَثْقَالَهَاۙ 2. …

Leave a Reply