Xutbe | Merhamet (Dilbêşi)

Dîrok: 20.11.2026

​بِسْمِ اللَّهِ الرَّحْمَٰنِ الرَّحِيمِ

​ثُمَّ كَانَ مِنَ الَّذِينَ آمَنُوا وَتَوَاصَوْا بِالصَّبْرِ وَتَوَاصَوْا بِالْمَرْحَمَةِ. أُولَٰئِكَ أَصْحَابُ الْمَيْمَنَةِ.

​وَقَالَ رَسُولُ اللَّهِ صَلَّى اللَّهُ عَلَيْهِ وَسَلَّمَ:

​مَنْ لَا يَرْحَمِ النَّاسَ لَا يَرْحَمْهُ اللَّهُ.

Gelî Musulmana!

Em, bendeyê Xweda yê Rehman ê Rehîm in. Umeta Fexrî kaînat in, warisê wê şaristaniyê ne ku xwedanê van gotinên rehmetbar in ku difermê: ‘Dilbêşiyê da bibe mînanî tavê! ‘Dilnizmiyê da bibe fenanî avê! ‘Nebî carkî dilkî bişkînî, canê kesî biêşînî! We’l-hasil wekî ku tu însan î tu carî canê tu kesî meêşînî’

Gelî Musulmana!

Serwerê me, Pêxemberê me, mînaka dilbêşiyê carekî neviyê xwe dixe hemêza xwe û pê şadibe; yekî li wir wî halî dibîne pê xerîb tê, Cenabê Pêxember jê ra dibêjê: “Heq Te’ala ku dilbêşî ji dilê te derxistibe ezê çi bikim?!”[1] carekî jî dibîne waye çivîkek bi feryad û zarî vir da wê da difire, dipirse:“Kê ew çivîka wer êşandiye?” çûçikê wê berdin;[2]  him li me ferman kiriye ku bi însanan ra, bi hemî heyiyan ra bi dilbêşî muamele bikin.

Gelî Musulmana!

İro ew bêhizûriya nav malan da, zordariya hemsalan a li hev û din ku van demên dawî em dibîhîzin, di jiyan a civakî da zext û guvaşên; li cîhê îş û kar ku tên dîtin bingeha hemiyan da kêmbûna dilbêşiyê heye. Dera dilbêşî lê tunebe li wir hêrs dê hebe, cîhê hêrs lê neyê zeftkirin li wir zordestî dê hebe. Dibe hin kes hebin rû yê tirş û gotinên tund û çorsbûnê wek rêbazek terbiyekirinê hisab bikin lê Gelî Birayên Qedirgiran! Bi darê zorê terbiye nabe, dil nayên bidestxistin. Bilindkirina deng merûyan heqdar, rakirina kulman meruyan zexm, çavtirsandin meruyan mezin nake. Dixwazim vê heqîqetê bêjim ku, tu behanekî; zordestiya li jinan û zaruyan û li kal û pîran rewa nadêre. Zordestî ji kê were û li kê bête kirin bi tu awayi nayê qebûlkirin. Temiya Cenabê Pêxember der barê vê mijarê da xayet zelal e ku difermê: “Kesê li meruyan rehmê neke Xwedê jî li wî rehmê nake.”[3]

Gelî Musulmana!

Dilbêşî/merhemet, gewherek e di afirinîşa însan da heye, gotî di nav malê da, li medresê û li dibistanan û di her qada jiyanê da bi nimûneyên xweşik va were nîşandan. Ji wê bonê Gelî Dê û Bavan! Divê zaruyê we, dilbêşiyê pêşiya pêşiyê ji we hînbin; dilbêşiyê di germahiya nêhrînên we da, di ahenga dengê we da bibînin; tevgera bi maqûlî li pêşberî hêrsê, rabûna bi hezkirin û evîn li hemberî kînê bera di we da bibînin.

Seyda û Mamosteyên Qedirgiran!

Hûn in ewên wan nifşên dilbêş perwerde dikin ku bi êşa kesê din dihesin, bi destê ketiyan digrin, ji hemî heyberan hezdikin. Baweriya me bi wê hindê têkuze ku; ew tovê dilbêşiyê ku hûn li dilê zaruyê me direşînin, rojekî her dê zîl bide, ew civaka rehmetê ku hîviya hemî beşeriyetê ye ewê bi destê we her dê avabe.

Gelî Ciwana!

Ew seyda û mamosteyên ‘îlmê bi we didin hîn kirin û we ji jiyanê ra hazir dikin di hurmetkariya wan da teqsîrê mekin. Me’na vê gotina Hz. ‘Elî ku difermê: “Ewê yek herfkî bi min bide hînkirin ezê çil salî jê ra bibim kole.” Bikin guhar di guhê xwe kin.

Xutba xwe, bi vê mizgîniya xwedayi diqedînim: “Ji îmandaran ewê temiya sebrê û dilbêşiyê li hev dikin hene, ha ew in yên li axiretê dê bextyar bin.”[4]

[1] Buxarî, Edeb, 18.

[2] Ebû Dawûd, Edeb, 163-164.

[3] Muslim, Fedaîl, 66.

[4] Beled, 90/17-18.

Seyda Mela Ebdusselamê ŞADİ

Etîket: bawerî, înî, sernivîs, Xutbe

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Kronolojîya Serdema Hz. Elî ( r.a)

Feydeyên Şikirkirinê – Mele Elîyê Şoşikî

Tewhîdname – Mele Mihammed Bêcirm

Peyama Qur’anê: Ehsen-i Teqwîm:Însan

Hemberî îmtîhanên dijwar ên jiyanê divê em çawa tevbigerin?

Şîroveyeke binivîse

Nivîskar
Dîroka weşanê20/11/2026
KategorîBawerîname
Etîket, , ,
Hejmara peyvan570
Dema xwendinê3 deqe xwendin