Divê em ji xwe re demê veqetînin

Divê em ji xwe re demê veqetînin. Her dem jiyaneke monoton, mirov ji jiyanê sar dike. Erê divê em ji xwe ra rojên xweş, demên xweş veqetînin.

Li mal pir sekinandin, malperestîye. Rehetîya zêde, rehetperestîye bi xwe re tîne.

Jiyaneke di nav çalakiyan de, jiyana herî xweş e. Çimkî mirov çiqasî bi çalak be, ew qasî jî ji jiyana xwe hez dike. Û jiyana xwe keyfxweş dibe û kêfê digre.

Pir dema mirov dixwaze, tim bila li mal biminîne, rehetîyê de rûne û tiştekî cuda neke. Lê ev monotonî mirov diwestîne û zemanekî şûnda jî ji jiyanê eciz dibe, nexwaze bijî jî. Jiyana xwe de hevî û keyfxweşiyekê piçûk jî nabîne. Dê bibe mirovekî neyênîperest, her tiştî reş bibînê.

Dar û ajalên dora xwe reş dibîne, tişt û keyfxweşîyên ku dorê xwe dibin, wan gişkîyan neyênî dibîne, reş dibîne û yên xwe jî reş dike.

Jiyana me, pir dema bi destê me tê avakirin. Tabîkî hinek tişt, dest Xwedê da ne. Belkî hinek tiştan em nikanin tam çareser bikin, lê pir tiştan em bi hêvîya baş û bi fikra xweş kanin baş bikin. Bi çalakiyên baş em kanin xweş bikin, bi merhametê, bi keyfxweşiyê, bi hezkirinê em kanin baş bikin.

Van demên dawî, di nav mirovanda, taybetî ji nav jinanda, tenebûn bûye tiştekî rewacê. Dixwazin tene bin, û reklama wê jî di nav xwe de pir dikin. Lê zêde tenebûn mirov nexweş dike.

Xwedê însan, di nav însanda xulaqandiye. Dema ku di nav insanan da be, wê demê rehet dike. Tabî dema ku di nav insanan da bî jî, gerek pirsgirêk hene. Ez va yê înkar nakim lê dîsa jî ji tenebunî baştir e.

Çimkî dema ku tu tenêbî, demeke şûnda, ewê bi nexweşî û fikrên nexweş re tenê bimînê û çareserkirin jî dijwartir dibe. Ji bo vê, em bi nav insanan da bi insanan ra di nav têkilîyê de bin dê hîn baş bibe. Bi însanan ra tiştên xweş parve bikin û jiyana wan re alîkarîyê bikin. Însana hez bikin û bi insanan ra alîkarîyê bikin.

Alîkarî jî yê ji bo me bibe tedawîyek û dê wiha jiyana me xweş û geş bibe.

Firat Bawerî

Etîket: Rehetî, sernivîs, xwê

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Çend Xwarinên Mûşê Yên Navdar

Feydeyên Şikirkirinê – Mele Elîyê Şoşikî

Helbestên Med Reşiyan: Belkî tu bibî bihar

Binevşa BêCebelî

Şevê Tu Xewna Min î

Firat Bawerî

Nivîskar li ser perwerdehî û folklorê dixebite û xebat û wergeran dike

Hemû nivîskar →

Şîroveyeke binivîse

NivîskarFirat Bawerî
Dîroka weşanê17/11/2026
KategorîNivîsxane
Etîket, ,
Hejmara peyvan356
Dema xwendinê2 deqe xwendin