Binevşa BêCebelî

Hemû rojên min ên bihuştî di teraziya spîbûnê de tên xwarê. Min beriya spîndaran û sibehên spehî dikir. Oxira min tune bû. Nivîşta min wenda bûbû. Ristên min berhewa bûn. Bêayînde mabûm, bêsitargeh, bêparêzgeh. Tiştekî ku min bi jiyanê ve girê bide yan jî mîna mirovan dawiya çîroka min bîne tune bû.

Helbestên min ên hilbijartî di dilê hespên sêwakî de tên xwarê. Peyv û soz çi bû? Min nedikarî mîna berê biaxiva. Ne xort bûm. Sîya kêla gora min hîn qalind û giran bûye. Nikarim ji bin sîya kêla gora xwe derkevim. Helbesta min negîhişte serî, helwesta min bêencam e, xebata min berhewaye.

Tim li ser qal û halê xwe me. Yên din di jîyana min de hîç nebûn. Bi rastî, yên din hebûn? Yê niha dinivîse û dijî kî ye? Ez im? Ez çi me, kî me? Ka peyva min? Ka spîndarên min? Ka sibehên min ên spehî? Yên din tim digotin; ehda wefa, lê wan tim ji bîr dikirin. Bi rastî, wan ne ehd dizanî ne jî biwefa bûn.

Şevçiraxekê vêdixim di tariya jîyana xwe de. Hîn xerîb dibim û hîn bêkes dimînim. Min çîroka Mûm û Perwaneyê jibîr kir. Mûm kî bû, Perwane çi bû? Tenê ji derve şewitîn, ji hundir de sotîn tê ji bîra min. Ji derve dalîqandin, ji hundir de hilawestî. Ji derve spîndar û ji hundir de spehî. Ji derve sêdarî û ji hundir de têkçûnî.

Êş û janên min ez gêr kirim Beşengê. Niha hemû karkarên jîyana min destvala û bêhêvî ne. Segên bêxwedî çemên çavên min diherimînin. Rojên min nikarin bi ava çavên min destmêja xwe bigirin. Ez nikarim bi peyvên yên din dawiya çîroka xwe bînim. Ez nikarim bi bêr û tavirê yên din ji xwe re çalekê nehenî bikolim. Ez nikarim bi hêsirên alûs agira dojeha xwe bitemirînim.

Di navbera peyvên beşeng û binevşî de asê me. Tim xeyalên moderîn dihatin, bax û baxçeya ûmra min tarûmar dikirin. Tim Binevşa min bêCebelî dima. Ez ne mîrê Hekariyê bûm lê evîndarekî çîyayên Hekarîyê bûm. Û Binevşa Narîn bêCebelî dihat dergeha min, bêCebelî diçû. Binevşa Narîn bêCebelî dijî, bêCebelî can dida. Min dest bi sitrana Beşengê dikir, Feqî guh dida sitrana min. Paşê diçû Feqî bi teyrên xwe ve. Ez li dû wan dimam. Ez bêBeşeng dimam. Ez bêhêvî dimam. Ez bêpêşeroj dimam. Ez, Binevşa Narîn, Binevşa bêqeder, Binevşa bêCebelî.

Min nedizanî ez ayîndeyê kê me yan jî Beşeng dîyariya kê bû. Min beriya spîndaran û sibehên spehî dikir. Min beriya Feqî û teyrên wî dikir. Lêbelê Moxolên Moderîn ketibûn bax û baxçeya ûmra min. Ez bi hêsirên Beşengê dinivîsim, Binevşa Narîn bi êşa Cebelî dinivîse: Spîndar bêhtir reş in, sibehên spehî hîn dûr in.

Faîk Ocal

Etîket: Binevşa BêCebelî, sernivîs

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Şevê Tu Xewna Min î

Ji Bo Jiyanê Gotinên Bav û Kalan

Gelo ma wexta çîrçîrokên kurdî çû ye?

Ji Kaniya Gel Çend Xebatên Folklorî

Di Edebiyata Kurdî û Folklora Kurdî de Huner

Faik Öcal

Di sala 1978an li bajarê Semsûrê, li navçeya Bêsnîyê, li gundê Îznîkê ji dayîka xwe bûye. Mamoste ye, him bi Tirkî him jî bi Kurdî dinivîse. Mijarê nivîsê xwe însan û jîyan e. Ji edebiyat û felsefeyê hez dike, gelek malper û kovaran de kurdî û tirkî dinivîse. Heta niha 8 pirtûk xwe derketine.

Hemû nivîskar →

Şîroveyeke binivîse

NivîskarFaik Öcal
Dîroka weşanê14/11/2026
KategorîNivîsxane
Etîket,
Hejmara peyvan447
Dema xwendinê3 deqe xwendin