Dilê min ji te sar bû ye

Dilê min ji te sar bû ye
Naxaze bo te bavêje û ji te hez bike

Tu ne layiqe vî hesretê yî
Û ne jî layiqê bêrîkirina min î

Li ber çavên min reş bû yî
Û ez ji ber vê aramim

Bawer ke tu wextê te heq nekir
Ev hezkirina min da te
Û dilgermî ya min da bû te

Wek pelê darê weşîya evîna te ji dilê min
Û bayek li wan pela xist wenda kir
Wek evîna te di dilê min da wenda bû

Ne nehatina te li ber çavên min xûya dike, ne jî çûyîna te, min xwe hînê tine bû na te kir.

Dem biranîyên te yek bi yek
Da jibîrkirin ji vî mejî yê

Gava tu tê hişê min xemgîn nabim
Ev dil bû ye kevir ji tera

Êdî dilê min qerisî ye ji tera
Tu wextê nahele jî

Tu wexte kî jîyana min bû, aramî û
Evîna min bû, lê naha ne heyî ne jî tu tiştê min î

Wek her tiştê tu jî hat, çû, û
Xilas bû evîna min xilas bû .

MORÎ XANIM

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Edebiyata Goranî Ya Klasîk

Edebiyata Kurdiya Goranî ya nivîskî ya klasîk li herêma Hewramanê û bi taybetî jî li …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *