Seta Hevala Min Dilşa dinyaya zarokan dixemilîne

6 heb pirtûkên zarokan ku ji zimanê Almanî bo Kurdî hatî wergerandin ji Weşanên Nûbiharê derçûn.

Ev pirtûkên wek serpêhatiyên Conni jî tên zanîn û di destpêkê de bi Almanî hatine nivîsandin li gelek zimanan din jî hatine wergerandin. Her wiha wek xêz, fîlm û fîlmên sînemayê jî weşiyane.

Weşanxaneya Nûbiharê di danasîna pirtûkan de vê rewşê wiha tîne ziman: “Ev set, hem wek pirtûk hem jî wek rêzefîlm û fîlmên sînemayê weşiyaye. Seta Dilşayê, heta niha gelek xelat standine. Dilşa heta niha bi gelek zimanan hatiye wergerandin.”

Di berdewamiya danasînê de Weşanxaneya Nûbihar di derbarê setê de wiha dibêje: Dilşa, qehremana sereke ya van pirtûkan e. Dilşa, di her pirtûkekê de bi serborî û tecrûbeyên nû, gav bi gav jiyanê nas dike û pêşve diçe. Dilşa û hevalên xwe, ev 30 sal in ku li Almanyayê rêbertiya zarokan dikin û dinyaya wan dixemilînin. Ev 6 pirtûkên pedagojîk, ji seteke Almanî ya pir meşhûr û serkeftî hatine bijartin.”

Pedagog û zimannas Dr. Abdullah İncekan ku di heman demê de edîtor û yek jî ji wergerên seta Hevala Min Dilşa ye bo amadekirina van kitêban hestê xwe wiha tîne ziman: “Bi amadekirina van kitêban min xwest bibim alîkarê zarokên me, yên 3 hetanî 6 salî. Lewra zarokên me pêşeroja me ne û divê em bi zimanê xwe bingeha kesayetiya wan daynin. Em Kurd zêdetir muhtacî vî tiştî ne, ji ber ku bi zimanê me perwerdeya zarokên me tune.”

İncekan balê dikşîne giringiya xwendinê û di vê rolê de cihê dê û bavan: “Perwerde û perwerdeya xwendinê beriya salên dibistanê dest pê dikin. Çawa bi hal û tevgerên xwe, bi kirin û mîzaca xwe em bingeha kesayetiya zarokên xwe datînin, herwisa bi gotina çîrok û çîrvanokan, metelok, stran û helbestan, bi hebûna kitêb û çîrokên bi deng em tesîreke pozîtîf li wan dikin.”

İncekan wekê gotina dawî bang li dêûbavên dike: “Ji bo ku em 94 kitêbên din ên ji vê setê jî wergerînin, ji me re bibin alîkar: Van kitêban belav bikin, bidin xwendin û danasîna wan bikin. Kêfxweşî, para zarokên me û tevahiya zarokan be.”

Seta Hevala Min Dilşa ji van şeş pirtûkan pêk tên:

* Dilşa hînî ajotina biskilêtê dibeNivîskar: Liena Schneider / Wêne: Eva Wenzel-Bürger / Werger: Abdullah İncekan

* Dilşa diçe bexçeyê heywananNivîskar: Liena Schneider / Wêne: Eva Wenzel-Bürger / Werger: Selman Dilovan

* Dilşa futbolê dilîzeNivîskar: Liena Schneider / Wêne: Eva Wenzel-Bürger / Werger: Selman Dilovan

* Dilşa li nexweşxaneyê yeNivîskar: Liena Schneider / Wêne: Eva Wenzel-Bürger / Werger: Aslı Kaya

* Dilşa wenda dibeNivîskar: Liena Schneider / Wêne: Eva Wenzel-Bürger / Werger: Abdullah İncekan

* Dilşa dest bi dibistanê dikeNivîskar: Liena Schneider / Wêne: Eva Wenzel-Bürger / Werger: Abdullah İncekan

Derbar Çand Name

Check Also

Akordên muzîka kurdî di pirtûkekê de hatine berhevkirin

Pirtûka Repertuwara Gîtara Kurdî ku tê de kilam û akordên stranan ên bi kilamên kurdî …

Leave a Reply